Fermandara YPJ'ê: Kî dixwaze êrîş bike fermo bila were! 2018-01-18 11:43:50   EFRÎN - Piştî civîna MGK'yê hat diyarkirin ku li dijî Efrînê dê 'tedbîrên' bi her cureyî bê girtin. Fermandara YPJ'ê Nûjîn Dêrik derbarê vê biryarê de wiha got:"Çawa ku me li Reqayê çeteyên Erdogan têk bir em ê li Efrînê jî bi heman hêzê şer bikin. Em li xaka xwe li mewziyên xwe ne. Kî dixwaze êrîş bike fermo bila were."   Di civîna Lijneya Milli ya Tirkiyeyê ku bi pêşengtiya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayip Erdogan pêk hat de wiha hatibû gotin:"Li ba sînorên Tirkiyeyê em destûrê nadin ku 'korîdorek terorê' û 'artêşek terorê' bê avakirin. Di vî warî de dê 'tedbîrên' bi her awayî bên girtin." Fermandara YPJ'ê Nûjîn Dêrik derbarê vê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku ev êrîşana ne nû ne.     'Fermo bila werin!'   Nûjînê anî ziman ku dewleta tirk ji berê de li dijî Şoreşa Rojava ye û ji destpêka şoreşê heta a niha êrîşên Tirkiyeyê berdewam dike û wiha got:"YPJ ya ku ew wekî hêzekê nabînin, hêza baweriya hemû jinan e. Çawa ku me li Reqayê çeteyên Erdogan têk bir em ê li Efrînê jî bi heman hêzê şer bikin. Em li xaka xwe li mewziyên xwe ne. Kî dixwaze êrîş bike fermo bila were. Ew dibêjin qey gelê Efrînê bibêje fermo werin. Bila tu kes xwe nexapîne, Efrînê ji desthilatdaran bibe goristan."   'Dê hesabên desthilatdaran vala derkeve!'   Nûjînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Dê hesabên desthilatdaran vala derkeve. Efrîn xwedî tecrubeyeke mezin e û bi salane li dijî çeteyên paşverû şer dike. Kesek nikare bi rehetî dest û milên xwe kil bike û bibêje 'Em ê Efrînê bigirin'."   'Hêza me ya herî mezin gelê me ye!'   Nûjîna ku got "Hêza me ya herî mezin gelê me ye" ji gelê Şehbayê ev peyama bi rê kir:"Em wekî zarokên we li nirxên we xwedî derdikevin. Hûn jî wekî gel wekî her demê li pişta zarokên xwe bin, wê demê dê kesek nikaribe dest kulmek axa we bide. Çawa ku Efrîn ev 7 sal in li dijî zordariyan disekine dê dîsa wiha be û bila gelê me di vê mijarê de baweriya xwe bi  me bîne."   'Sîstemên ku ji jinan ditirsin tu carî bi ser nakevin!'   Nûjînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku sîstemên ku ji jinan ditirsin tu carî bi ser nakevin û wiha got:"Me DAÎŞ a ku nemirov e têk bir. Em dizanin Erdogan û DAÎŞ hevkar in. Bila Erdogan bi hemû tank, top û balafirên xwe were. Em baweriya xwe bi hêza tînin."