Ji Esra Ozakça ya daketiye 38 kîloyî: Êdî deqeyek jî girîng e 2018-01-18 09:12:35   Habîbe Eren   ENQERE - Esra Ozakça ku di grevê de 240 roj li pey xwe hiştiye, daket 38 kîloyî. Esrayê diyar kir ku êdî her deqe ji bo wan girîng e û got: “Her kes hînê birçîbûna me bûye. Lê wek tê zanîn birçîbûn ne tiştekî normal e. Em dibêjin deqeyek jî ji bo me girîng e. Ez bang li hemû kesî dikim ku rêyên hatine cerebandin ji nû ve biceribînin.”   Greva birçînûnê ya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça ku bi KHK’a AKP’ê derxist hatin îxrackirin, ket roja 316’an. Nuriye û Semîh bi banga ‘hînî birçîbûna me nebin. Yekane daxwaza me em vegerin karê xwe' dîsa bang li wijdana rayagiştî kir.  Esra Ozakça ku bi KHK’ê piştî girtina Nuriye û Semîh hat îxrackirin, jî ket greva birçîbûnê û greva wê ket roja 241’an. Esra ku li Şemrex a Mêrdînê bi hevjînê xwe Semîh Ozakça re mamostetî dikir,  bi KHK’ê hatin îxrackirin. Niha di tenduristiya Esrayê de pirsgirêkên cidî dertên holê û her deqeya derbas dibe ji bo wan girîng e.   Daket 38 kîloyan   Esra di hefteyên dawî de gelek kîlo wenda kir û got sedema wê ne ew ne jî doktorên wê dizanin û got niha bi cil û bergan 38 kîlo ye û wiha got: “Ev di alî bunya min de wendahiyek cidî ye. Dema Semîh ew ketin grevê ez 65 kîlo bûm. Dema min dest pê kir 57 kîlo bûm.”   Esrayê diyar kir ku her diçe pirsgirêkên tenduristiyê rû didin û got her derê wê diêşe, lingê wê dişewitin, stuyê wê diêşe û got: “Ez bi tena serê xwe nikarim bimeşim. Tansiyon dikeve û çavên min ziwa dibin. Roj bi roj xerabtir dibim.”   ‘Birçîbûna me ne tiştekî normal e’   Esrayê gotina ‘hîn nebin’ a Nuriyeyê bibîr xist û wiha got: “Bi rastî jî rewşeke ku hînê wê bûne heye. Lê birçîbûna me ne tiştekî normal e. Berdewamkirina vê bêdadiyê ne tiştekî normal e. Ez û hevjînê xwe Semîh bi şev nikarin razên. Ji ber wî beriya min dest pê kiribû, hinek ast wî derbas kirine. Ez jî li pey wî dijîm. Di nav rojê de kesên tên serdana me, em qebûl dikin. Ji derveyê vê jî em dema xwe bi xwendina pirtûkan derbas dikin. Bi OHAL û KHK’ê jiyana me guherîn. Em pêvajoyek wisa dijîn. Em hêvî dikin ku dema encamê bigirin wê rojên xweş li bende me be. Em ê vê carê ji nû ve înşakirina bedena xwe bi we re bin.”   ‘Min gelek bêriya xwendekarên xwe kir’   Esrayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku wê gelek bêriya xwendekarên xwe kiriye û got xwendekarên wê ji wê re vîdeo şandine û gotine ‘mamoste me bêriya te kiriye’. Esrayê ev tişt vegot: “Komîsyona OHAL’ê hîna derbarê me de biryarek negirtiye. Komîsyon ket pêvajoyeke ku xwe vala derdixe. Gotin neheqiyek bi KHK’ê hatibe kirin wê bi komîsyonê bê çareserkirin. Komîsyonek wisa avakirin lê hîna KHK’a derdixin. Wê demê divê em çi bipên. Em  ji ku edaletê bipên. Bendewariya me ji mirovan e, wê wijdana mirovan çareser bike.”