Malbatên Girtiyan: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin 2018-01-18 09:06:06   Rojda Aydin   AMED - Malbatên girtiyan bertek nîşanî kincên yekreng dan û gotin ku pêkanînên di serdema Darbeya 12'ê Îlonê de li girtîgehan dihatin kirin îro jî tên dubarekirin. Malbatan diyar kirin ku ger biryara kincên yekreng paşve neyê kişandin ew ê ji girtîgehan cenaze derkevin û ragihandin ku ew naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin.    Malbatên girtiyan  bertek nîşanî ferzkirina kincên yekreng li ser girtiyan dan. Malbatan gotin ku ew kincên yek rengê qebûl nakin û lewra jî çi ji destê wan bê wê bikin. Malbatan wiha bertekên xwe anîn ziman: "Di serdema Darbeya 12'êlonê de jî ev rewş hatiye jiyîn û niha jî ew rewş tê jiyîn û tu tiştek neguheriye. Ger ku ev biryar paşve neyê kişandin ji ber ku zarokên me qebûl nakin ew ê ji girtîgehan cenaze derkevin. Ji ber vê jî divê ku ev biryar paşve bê kişandin û em naxwazin ku ji girtîgehan cenaze derkevin. Tişta pêwist bike em ê bikin."    Sabiha Akkaya ya ku kurê wê di girtîgehê de ye got ku dema çûye bi lawê xwe re hevdîtin kiriye lawê wê jê re gotiye ku ew kincên yek rengê qebûl nakin û wê tu carî jî qebûl nekin û ev tişt got: “Lawê min ji min re got ku ger hewce bike ew ê dernekevin hevdîtinê jî û got ku nexweş bin jî wê neçin nexweşxaneyê.  Ev tiştê ku li dijî zarokên  me yên girtî tên kirin hovîtî ye. Lewra jî em vê zilmê qebûl nakin û çi pêwîstbe em ê ji bo zarokên xwe bikin. Ev bi salane li ser me kurdan zilm tê kirin, ev zilm hîn jî berdewam dike û tu tişt neguheriye.”   ‘Divê em xwedî zarokên xwe derkevin’    Sabiha anî ziman ku  hikûmeta tirk bi vî awayî dixwaze wan bitirsîne û biqedîne û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Gelê kurd çawa hetanê niha li dijî her tiştî li ser nigan ma û têkoşiya, ji vê rojê şûnde jî wê bi têkoşîn û bi berxwedana xwe bi ser keve. Ji ber vê zilma  girtiyên siyasî tên kirin di serî de em malbatên wan û piştre hemû gelê kurd divê rabe ser piyan û dest bi berxwedanê bike. Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin. Ger ku pêwîst bike em ê jî dest bi çalakiyan bikin. Hêviya me ew e ku di serî de Serok Apo û piştre jî zarokên me ji girtiîgehan derkevin. Em dixwazin hemû girtîgeh bên girtin. Ger ku girtîgeh ji holê bên rakirin û Serok azad bibe wê demê wê her tişt çareser bibe.”   '7 Sal ceza li lawê min birîn'    Jina bi navê Aylîn Kaya ya ku lawê wê Abdullah Kaya dema xwendekarbûye hatiye binçavkirin û ev 7 sale di Girtîgeha Duzceyê de ye wiha got: “Ev nêzî du sale ez nikarim biçim hevdîtina lawê xwe. Ji ber ku ji aliyekî ve ez nexweşim û ji aliyekî ve jî rewşa min a aborî ne baş e. Cezayê lawê min qediyaye divê ku beriya meh û nîvekê ew berdana.  Lê li şûna ku kurê min berdin di 25 ‘ê Hezîrana 2017’an de 7 sal ceza lê birîn û em nizanin ku ji ber çi ye jî. Em dixwazin di demeke nêz de ev zextên li ser girtiyan bên bidawîkirin.”   ‘Em bibin dengê zarokên xwe’   Hêrî dawî jî Nazîme Uyanik a ku lawê  wê hetanê niha sirgûnê 4 girtîgehan hatiye kirin bi lêv kir ku lawê wê di serî de di Girtîgeha Amedê de bûye, ji wir sirgûnî Girtîgeha Sîncanê  hatiye krin û ji Sîncanê jî sirgûnî Girtîgeha Bolûyê hatiye kirin û niha li Girtîgeha  Qeyseriyê hatiye tê girtin.  Nazîme wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em malbatên girtiyan naxwazin ku hikûmeta tirk bi darê zorê kincên yek reng li zarokên me  bike. Ez dibêjim ku bila hemû malbat dest bidin hev û em bibin dengê zarokên xwe. Em ji vê rojê şûnde êdî nasekinin. Ger ku em bisekinin û dengê zarokên xwe negihînin cihanê dibe ku tiştên gelek xirap bên serê zarokên me.”   'Dewlet neyar e'   Nazîme di dawiya axaftina xwe de got ku dewlet neyare û  bi gotinekî pêşiyan dawî bi axaftina xwe anî: “ ‘Neyarê bavan nabe dostê lawan’. Bila haya me ji hev hebe, em gelê kurd û malbat xwedî hev derkevin. Ger ku em xwedî li xwe û zarokên xwe dernekevin wê tu kes xwedî li me dernekeve. Ne em û ne jî zarokên me em vê rewşê qebûl nakin. Divê ku cenaze ji girtîehena neyên derxistin.”