Jinên Kantona Şehbayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin 2018-01-18 09:02:01   Lîlav Alî   EFRÎN - Jinên Kantona Şehbayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê û Kantona Şehbayê şermezar kirin û gotin ku dewleta Tirk nikare yekîtiya gelan asteng bike û ew amadene li hember hemû êrîşan bi hev re li berxwe bidin.    Di çar rojên dawiyê de dewleta Tirk êdî bi awayekî tundtir êrîşî herêma Efrînê dike. Li hemberî van êrîşan gel jî berxwedanê dike û şervan li dijî van êrîşan bê bersiv namînin. Êdî li Rojava-Bakurê Sûriyeyê berxwedan bûye dirûşmeya herî sereke û bi vî ruhî gelê Efrînê bi moral û hêzeke bilind li berxwe didin. Têkildarî mijarê jinên Kantona Şehbayê ev êrîş şermezar kirin û nerînên xwe anîn ziman.   Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Çepo êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê û bêdengiya rêxistinên mafê mirovan şermezar kir û wiha got: "Armanca bingehîn a dewleta Tirk ew e ku projeya Netewa Demokratîk a ku xwe dispêre fikir û felsefeya Rêber Apo, vala derxîne. Dewleta Tirk her tim dibêje ku gelê Kurd wê dewletekê ji bo xwe ava bike, lê gel baş dizane ku hemû ol û pêkhate tevlî projeya Netewa Demokratîk bûne û rola xwe di hemû waran de dilîzin."   Rîhabê anî ziman ku gelê Kantona Şehbayê û bi taybet jin ne wekî berê ne û wiha got: "Gelê Kantona Şehbayê û bi taybet jin piştî ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo hatin perwerdekirin, bûn xwedî vîn û îrade. Ji bo wê dewleta Tirk çiqas êrîş bike hêza me li hember êrîşên wî xurtir dibe û ger dewleta Tirk dihizire ku êrîşî Efrînê bike em wek jinên Kantona Şehbayê û herêma Efrînê em ê wan poşman bikin."   Her wiha welatiya bi navê Fatme El-Elî ya ji gundê Kerver Entona ya Kantona Şehbayê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan şermezar kir û wiha pê de çû: "Ji ber ku li Rojava-Bakurê Sûriyeyê gelê Kurd, Ereb, Turkmen ango hemû netew bûne yekdest, dewleta Tirk êrîşên xwe yên qirêj li ser sivîlan pêk tîne. Lê em wek jinên Kantona Şehbayê li hemberî van êrîşan soz didin ku heta dawiyê em ê li ser fikir û felsefeya Rêberê gelan Abdullah Ocalan bimeşin û li hember dewleta Tirk şer bikin."   Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Yekîtiya Jina azad Necah Husên jî têkildarî êrîşên li ser Efrînê wiha got: "Axa ku em ewqas sal in ji bo wê şer dikin, dewleta Tirk a dagirker nikare bi êrîşên xwe û siyaseta xwe yê qirêj dagir bike. Di riya tekoşîna Şehîd Arîn Mîrkan a ku pêşengtiya hemû jinan kir, em ê berxwedana xwe dewam bikin û destdirêjiya ku dewleta Tirk li ser axa Efrînê bike wê bê şikandin."   'Dewleta Tirk nikare bi êrîşên xwe me ji hev qut bike'   Endama Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Bedîa Mislêm jî wiha axivî: "Armanca dewleta Tirk a dagirker dixwaze di navbera gelan de qutbûnekê çêbike lê em wek gelê Kantona Şehbayê û herêma Efrînê xwedî îrade û hêzeke mezin in. Dewleta Tirk nikare bi êrîşên xwe me ji hev qut bike. Ez bang li tevahî jinan dikim ku rabin ser piyan û parastina axa xwe û fikir û felsefeya Rêber Apo bikin. Ji ber ku bi saya fikirê azad yê Rêber Apo jin gihiştine vê astê."   Her wiha Rêveberiya Mala Jin a navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê Fatmê El Masrî hovîtiya dewleta Tirk a ku li ser serê gelê herêma Efrînê û kantona Şehbayê pêk tîne, bi tundî şermezar kir û got ku ew wek jinên Şehbayê ji bo parastina Efrînê amadene."