Gerînendeya Giştî ya Radyo Ses Semra hat binçavkirin 2018-01-17 12:32:19     MÊRSÎN - Polîsan bi ser mala Gerînendeya Giştî ya Mersin Radyo Ses a bi KHK'ê hat girtin Semra Ozlu de girt û ew li malê binçav kirin.    Gerînendeya Weşana Giştî ya Mersîn Radyo Ses ya bi KHK'ê hat girtin Semra Ozlu, li malê hat binçavkirin. Polîsan serê sibehê bi ser mala wan de girt û li malê lêgerîn kir. Di lêgerîna malê de Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya Radyo Ses Semra Ozlu binçav kirin. Sedema binçavkirina Semrayê, nehat zanîn. Semra birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.