Jinên Ciwan tecrîd şermezar kirin û berxwedana Efrînê silav kirin 2018-01-17 12:14:20     QAMIŞLO - Yekîtiya Jinên Ciwan di bin dirûşma 'Serî Hildin' meşek li dar xistin.   Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û silavkirina berxwedana Efrînê Yekîtiya Jinên Ciwan a li  bajarê Qamişloyê meşek meşaleyan di bin dirûşma 'Serî Hildin' li dar xist.    Bi dehan keç û xortên ciwan tevlî nava çalakiya meşê bûn. Meş ji qada Osman Sebrî ya taxa Hilêliyê dest pê kir û heta navenda Ciwanên Şoreşger bi dawî bû. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Efrînê" hatin berzkirin.    Meş bi girtina govendê û stranên şoreşgerî bi dawî bû.