We berxwedana mamoste Huda, Asli û Songulê bihîst gelo? 2018-01-17 09:22:19     Evrîm Kepenek   STENBOL - Sê mamosteyên bi KHK’ê ji pîşeya ya xwe mamostetiyê hatin îxrackirin, bi mehane li Kadikoyê çalakiya rûniştinê pêk tînin. Mamosteyan cihê lê dimînin veguhertin qada berxwedanê, ji aliyê welatî û xwendekaran ve jî piştgiriyê dibînin.   Li Kadikoy a Stenbolê her rojên duşem, çarşem û şemiyê tevgerek tê jiyîn. Mamosteyên endamên KESK’ê ku bi formayên ‘Ez karê xwe nanê xwe şûnde dixwazim’ rûniştîne, dora wan qelebalixek digire. Çalakiya rûniştinê ya ku çapemenî qet eleqeyê nîşan nade, em hîn bûn ku bi heftane pêk tê. Hewl didin baş li mamosteyên xwe binêrin.   Mamosteyan qada ku çalakiya rûniştinê lê pêk tînin veguhertine qada jiyanê. Komek ciwanên ku ji taxeke dûr a Stenbolê hatibûn serdanê, ji mamosteyan re portekal anîbû. Ciwanan diyar kir ku divê ‘hûn baş bên xwedîkirin’. Yek ji mamosteyên ku çavên wê dibiriqin Huda Yildirim e. Hudayê diyar kir ku wê tu carî di alî aborî de li pîşeya xwe mêze nekiriye û got armanca wê ev bû ku bi xwendekarên xwe pirtûkan bide hezkirin. Hudayê 9 salan mamostetî kiriye û di sala 10’an de hatiye îxrackirin. Hudayê bi lêv kir ku ew wisa hêsan nehatin van deran û got: “Em bi salan ji bo vê pîşeyê xebitîn. Niha ji destên me tê girtin.” Huda û hevalên xwe hefteyê 4 rojan li kolanê di çalakiya rûniştinê de ne. Carna li Kadikoyê, carna li Bakirkoy û Kartalê. Neheqiya jiyane, îxracan vedibêjin.   ‘Em mirovên ku demokrasiyê dixwazine’   Mamoste Asli Akdemîr a bi KHK’ê hatiye îxrackirin jî dibêje ‘Min gelek bêriya xwendekarên xwe kiriye’ û got wê di xwendekariya xwe de jî ji bo perwerdeya laîk û bê pere têkoşîn daye û got: “Pêvajoya min a îxracê berê dest pê kiribû. Niha her kesê tên vir ji wan re tiştên hatine serê me vedibêjim. Mirov tam nizanin çi bûye. Em dibêjin ‘em mirovên ku demokrasiyê dixwazine’. Em bi biryarin vegerin pîşeya xwe.”   Mamoste Songul Tunçdemîr jî  bi lêv kir ku ew li dijî qanûnan gelek bi hêrs in û ew rastî neheqiyê hatine û got: “Ez di 13’ê Sibatê de hatim îxrackirin. Di 20’ê Sibatê de me biryara têkoşînê girt. Ji wê rojê şûnde em têkoşîna xwe li kolanan dimeşînin.”