'Em ji topên dewleta tirk natirsin' 2018-01-16 18:55:20   EFRÎN - Çend roj in ku bê navber dewleta tirk a dagirker gundên Efrînê bombebaran dike. Gundiyên ku gundê wan tê bombebarankirin dewleta tirk şermezar kirin û gotin ku we ji topên dewleta tirk natirsin.   Dewleta tirk ev çend roj in ku gundên herêma Efrînê  yên bi navê Dêrbelût, Mela Xelîla,Hemamê,Îska,Şadirê, Xezewî, Basufanê,Beiyê, Kefircanê, Merezkê, Maseka, Karababa, Firfirkê,  Pira Heşarkê topebaran dike. Niştecihên gundên ku tên topebarankirin bertek nîşanê êrîşên dewleta tirk dan û gotin ku ew ji êrîşên dewleta tirk natirsin, heta dwî li ber xwe bidin û ev tişt gotin: "Dewle tirk ku li bajarê Idlîbê tengav bûye berê xwe dide axa Efrînê."    Em ê xaka xwe biparêzin   Endama Dîwana Şaredariya bajarokê Celemê Wefed Necar jî got ku çiqas dewleta tirk êrîşên xwe li herêma Efrînê zêde bike ew ê axa xwe bernadin û wiha pê de çû: "Axa ku em li ser dijîn ew ax e ku şehîdên  me xwîna xwe li ser rijandine, ji bo wê çi ji me bê xwestin em ê bikin.  Eger bê xwestin em ê zarokên xwe bikin top û di nav dewleta tirk de biteqînin. Ez rêxistinên mafên mirovan jî bi tundî şermezar dikim ji ber ku ewqas deme dewleta tirk a dagirker êrîşî gelê kurd dike û tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimeşîne, bêdeng mane."   Welatiya bi navê Fîdan Ehmed jî wiha êrîşên dewleta tirk şermezar kirin: "Gelê Kurd ticarî ji kiryarên dewleta tirk natirse. Gelê Kurd xwedî vîn û îradeya azad e û her tim li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşe."   'Em ê Efrînê li dewleta tirk bikin goristan'   Şîraz Hesen ya ji gundê Îska yê jî wiha got: "Dewleta tirk a dagirker ji duh şevê de heta  sibehê bi çekên xwe yê giran gundên me topebaran kirin. L ê belê tu carî tirs neket dilê me. Em ê dewleta tirk û çeteyên wê bikin  qurbana axa Efrînê û bi berxwedana Gelê Kurd herêma Efrînê wê bibe goristana dewleta tirk."   Her wiha Meryem Heyder a ji gundê Îska , Ferîde Cafer û Şîraz Mirzu ya ji gundê Şadêrê  jî wiha gotin: "Ticarî îradeya Gelê Kurd bi taybet gelê herêma Efrînê naşkê. Ji ber ku xwedî fikir, vîn û îradeyeke azadin. Ger çi ji me ji bo parastina axa herêma Efrînê were xwestin em amade ne û bi tekoşîna gelê Efrînê hemû kiryarên dewleta tirk wê vala derbikevin."