Meclisên Til Temirê bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin 2018-01-16 17:10:45   TIL TEMIR - Bi armanca şermezarkirina êrîş û dagirkirina dewleta tirk li ser axa Efrînê hevserok û endamên meclisên tiltemir û naveçyên wê daxuyaniyek dan çapemeniyê.   Derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê meclisên Til Temir û navçeyên wê daxuyanîyek dan çapemeniyê.   Di daxuyanîya ku ji aliyê Meclisên Tiltermirê û navçeyên wê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Di vê dema dawiyê de êrîşên li ser herêma Efrîn ku ji aliyê dewleta tirk ve zêde bûne, her ku diçe bertekên gel jî li hemberî  wan zêde dibin. Di vê dema ku êrîş û dagirkeriya artêşa tirk li ser Herêma Efrînê û Şehbayê zêde bûn, gundewarên nêzî sînor in  tên bombebarankirin.  Dagirkirina axa Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve li  derveyê mafê mirovan e. Wê ev êrîşên dewleta tirk ku tên kirin ji aliyê YPG/YPJ'ê ve bê bersîv nemînin."   Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.