Ezmûnên xwendekarên Peymangeha Efrînê hatin destpêkirin 2018-01-16 16:16:57   EFRÎN - Ezmûnên xwendekarên paymengeha şehîd Viyan Amara ya  herêma Efrînê dest pê kirin.   Li gel hemû êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Efrînê jiyan berdewam dike û ezmûnên xwendekarên paymengeha Şehîd Viyan Amara hatin destpêkirin. Ezmûnên ku hatin destpêkirin û wê heta 2'yê sibata 2018'an dewam bikin. Di paymengeha Şehîd Viyan Amare  556 xwendekar tevli ezmûnan dibin û ji wan 250 jê jin in.   Xwendekara bi navê Bêrîvan Cemîl Horo ya ji paymengeha Şehîd Viyan Amara kêfxweşiya xwe anî ziman û got;"Ezmunên me bi awayekî hêsan derbas dibin û hemû mamoste bi xwendekaran re dibin alîkar."   Her wiha xwendekara bi navê Nujîn Mamu jî diyar kir ku li gel hemû êrîşên dewleta tirk li herêma Efrînê 556 xwendekar bi îrade û moralekî mezin tevli ezmûnan dibin.