SKB: Berxwedna we ya li dijî kincên yekreng berxwedana me ye! 2018-01-16 13:19:45   NAVENDA NÛÇYAN - SKB'ê li dijî ferzkirina kincên yekreng, yekrengkirina civakê, şerê qirêj û amadekariya şerê navxweyî yê li Tirkiyeyê banga berxwedanê kir.   Yekitiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê (SKB) ku bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê û bi bîr xist ku berxwedana jinên li Girtîgeha Xerpêtê ku li dijî ferzkirina nasnameyê dan destpêkirin bi hin destkeftiyan bi encam bûye. SKB'ê diyar kir ku vê berxwedana jinan diyar kiriye ku wê jin li derve û li hundir li dijî dîktatoriya AKP- Erdogn li ber xwe bidin.    SKB'ê bi bîr xist ku bi KHK'a herî dawî re hêzên paramîlîter hatine parastin û bang li her kesî kir ku ji bo girtî bedela herî giran bi canê xwe nedin her kes bi awayekî rêxistinkirî li dijî ferzkirina kinên yekreng bi awayekî rêxistinkirî bibêjin na.    SKB'ê herî dawî bal kişand ser berxwedana girtiyên şoreşger a li dijî kinê yekreng û wiha got: "Berxwedana girtiyên şoreşger ku li dijî ferzkirina kincên yek reng didin berxwedana me hemûyan e."