'Em ê bi hemleya 'Serî Hilde' li hemberî dijmin serî hildin' 2018-01-16 10:16:29   Îlham Eloso   KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava çalakiyên xwe yên di çarçoveya hemleya 'Serî Hilde' de didomînin û dibêjin: "Heya serokê me azad nebe, em jî azad nabin."   Jinên ciwan di çarçoveya hemleya 'Serî Hilde'de li Herêma Kobanê piştî ku konê çalakiyan ji bo rewş û tenduristiya Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan hat vegirtin, di roja xwe ya yekem de nobet girtin. Di derbarê çalakiya Jinên Ciwan ên Rojava ya hemleya 'Serî Hilde' de, jinên ciwan ên Kobanê destnîşan kirin ku wê di hemleya xwe ya 'Serî Hilde'de ji bo azadiya Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan serî hildin.   Jina ciwan a bi navê Hîva Hemo diyar kir ku azadiya jinan bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye û wiha got: "Heta ku serokê me azad nebe, em tu carî azad nabin. Ji bo ku em bigihêjin azadiya Rêberê xwe em ê her tim serî hildin.'   Şoreş Miho jî got ku wê jina kurd her dem li ber xwe bide û wiha pê de çû: "Em weke jinên ciwan çi ji destê me bê  ji bo azadiya Rêberê me, em ê bikin. Em ê bi hemleya 'Serî Hilde' li hemberÎ dijmin û dewletên faşîst serî hildin."   Her wiha Telîvan Mustefa jî wiha got: "Em îro di nava tevgerê de ne, ji bo ku em xwedî li hemleya xwe ya 'Serî Hilde' derkevin, em niha di bin konê çalakiyan de ne ji bo ku em bigihêjin azadiya rêberê xwe. Weke ku me jinên Reqayê azad  kirin, em ê ciwan karibin Rêber Apo jî azad bikin."