'Pergala Tirkiyê ya hundirîn hilweşiyaye!' 2018-01-16 10:11:22   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Hevseroka Meclisa bajaroka Xera, Elya Îsa êrîşên li ser Herêma Efrînê şermezar kirin û got ku: "Em ê nahêlin ku Tirkiyê gavekê jî derbasî xaka Efrînê bibe. Ger ku Erdogan difikire ku ew bi van êrîşan bandorê li gelê Herêmê bike, ew pir şaş e!"   Her ku diçe êrîşên dewlta tirk li ser Herêma Efrînê û gundewarên wê zêdetir dibin. Di encama van êrîşan de gelek sivîl dibin qurbanî û di heman demê de zirar dighêje mal û milkên welatiyan. Lê li gel  van êrîşan gelê Efrînê û şervanên wê deverê li berxwe didin û bêdengiyê qebûl nakin. Têkildarî mijarê Hevseroka Meclisa bajaroka Xera  ya girêdayî Çiyayê Kizwanan Elya Îsa nirxandin kir   'Erdogan pir şaş e'   Elyayê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew wek jin û gelê Rojava - bakurê Sûriyê êrîşên dewleta tirk li ser Rojava - Bakurê Sûriyê bi ti awayî qebûl nakin û wiha pê de çû: "Em bi ti awayî êrîşên dewaleta tirk li ser Efrînê qebûl nakin, bi taybet em êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê şermezar dikin. Erdogan dixwaze Împratoriya Osamiyan careke din li Rojava-bakurê Sûriyê ava û zindî bike.  Lê bila van xeylaên xwe mezintir neke, ji ber ku  hêz û vîna gelê bakurê Sûriyê bi hemû netewên xwe ew ê bihêlin ku ev hêvî û xeyala wî li ber ba biçe. Jixwe Efrîn parçeyek ji xaka Rojava ye û gelê Rojava qet qebûl nake ku destdirêjî li ser axa wan were kirin. Em ê nahêlin ku tirkiyê gavekê jî derbasî xaka Efrînê bibe. Ger ku Erdogan difikire ew bi van êrîşan dikare bandorê li gelê Herêmê bike, pir şaş e."   Karê Tirkiyê li Idilbê çi ye?   Elyayê derbasbûna dewleta tirk a nava bajarê Sûriyê Idlibê jî şermezar kir û got: "Tirkiyê li Idlibê çi dike û karê wê li wir çi ye? Ev bajarekî Sûriyê ye, em gelê Rojava bakûrê Sûriyê bi xwe dikarin herêmên xwe birêvebibin û biparêzin. Em siberoja xwe diyar dikin, ne kesekî din. Em xwedî doz in û em dizanin çima em têkoşînê didin. Mafê ti kesî tune ye ku zext û zorê li me bike. Ev gotinên min ji bo Erdoxan in.  Ez hêvîdarim ku Erdogan van gotinan baş fam bike. Em wekî gelê ereb ger ku Tirkiye çiqas tevlîhevî û nakokiyan di nava gelê Rojava -bakûrê Sûriyê de wekî netewên kurd, ereb û asûr derbixe, wê hemû hewldanên wî vala derkevin. Em bi hev re wekî ruhekî dijîn. Em ê li hemberî vê dagirkeriyê bisekinin û bê bersîv  nehêlin."   'Pergala Tirkiyê ya hundirîn hilweşiyaye!'   Elyayê herî dawî da zanîn ku dewleta tirk di warê pergala xwe ya hundirîn û aboriya xwe de hilweşiyaye û wiha got: "Tirkiyê pergaleke ji hundir ve hilweşiyaye ye.  Lewma dixwaze ku xwe di milê leşkerî de wekî hêzeke mayînde bide xuyakirin. Dîktatorî û demokrasî tu carî nabin wekî hev. Em ê wekî jin û hemû welatiyên ku li ser axa Rojava û  Sûriyê dijîn, çekê rakin û li hemberî Erdoxan şer bikin û nehêlin ku xewn û xeyala wî ya ji nû ve avakirina împratoriya Osmanî, pêk were."