‘Hem mala me xera bû hem em deyndar derketin’ 2018-01-16 09:17:50   ŞIRNEX - Li Şirnexê welatiyên xaniyên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin hilweşandin û li TOKÎ’yan hatin bicihkirin, tevî ku di ser bicihkirina wan re meh derbas bûne, pirsgirêka av û ceyranê dijîn. Suzan Kaplan diyar kir ku hem xaniyê wan hatiye hilweşandin û hem jî deyndar derketine û wiha got: “Rihê yekitî û taybetiyên malbatê bi pevçûnan re hatin serobinokirin. Em ji hev kirin. Xwestin Gelê Kurd di bin vê derewê de tine bikin lê çi dibe bila bibe, çi ji destê me bê em ê bikin.”   Li Sîlopiya Şirnexê piştî qedexeya derketina derve ya di 2015’an de hat Îlankirin şûnde xanî hatin serobinokirin û ji bo malbatan TOKÎ hatibûn çêkirin.  Xanî di sala 2017’an de hatin teslîmkirin niha ji ber av û ceyran tine pirsgirêkên mezin tên jiyîn.   ‘Em neçarî van xaniyan kirin’   Suzan Kaplan diyar kir ku xaniyê wê li taxa Başak bûye, di pevçûnan de hilweşiyaye û sê çar meh berê li TOKÎ bicih bûye. Suzanê diyar kir ku bi deyn xaniyê TOKÎ girtine û got: “Berê em li taxa Başak rudiniştin.  Xaniyê me hilweşandin û em hatin vir. Me ev xanî jî bi deyn girt.  Me hîna deynê xaniyê xwe neqedandibû. Di pevçûnan de xaniyê me bi alavan re hat talankirin. Dewletê hem xaniyê me hilweşand û hem jî em deyndar derxistin. Niha li gorî dewletê em 25 hezar TL deyndarin. Em neçarî van xaniyan kirin.   ‘Xaniyên wan wek qutî ne’   Suzanê bi lêv kir ku çavkaniya debara wan tine û hewl didin jiyana xwe ya berê biparêzin û debara xwe pê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hatin li vir bi cih bûn. Çavkaniya debara me tine. Sê odeyên wê hene. Em bi dehan zarokî li vir dimînin. Xanî ji xwe wek qutî ne. Ti car cihê xaniyê me nagire. Ez gelek bêriya xanî û jiyana xwe ya berê dikim. Em hewl didin jiyana xwe ya berê li vir jî bidomînin.Ez li vir bi derfetên xwe wek berê nan lêdixim.Hinek kes ji vê nerehet dibin. Ji xwe gelek pereyê me diçe. Ger em nan jî bikirin wê  çi ji me re bimîne. Em ji bo nan êzingan di odeya xwe de vedişêrin.”   Çi dibe bila bibe..   Suzanê di dawiya axaftina xwe de Ev tişt anî ziman: “Em 4 meh berê hatin vir. Ez pir beriya mala xwe, taxa xwe dikim. Baxçeyê min hebû. Ya girîng jî cîranên min bû.Li vir kes hev nas nakin.Ez nizam bi kê re cîranim jî.Em 24 malbat di heman avahiyê de dimînin. Ev avahî ne li gorî me ye.  rihê yekitî û taybetiyên malbatê di bin navê pevçûnan hatin wêrankirin. Xwestin gelê Kurd bi vê tine bikin lê çi dibe bila bibe wê nebe wek berê.”