ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2018'AN 2018-01-16 09:00:00   *Fîdan Ataselîm  Qanûna bi Hejmar 6284'an a ku wek şîfreya jiyana jinê tê binavkirin û  xebatên Meclîsa Jinan ên der barê bikaranîna qanûnê de nirxandin. Fîdanê diyar kir ku divê jin ti car qanûna bi hejmara 6284’an ji bîr nekin û dema hewcedariya wan hebe dikarin serî li vê hejmarê bidin.BI DÎMEN   *Li Şirnexê welatiyên xaniyên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin hilweşandin û li TOKÎ’yan hatin bicihkirin, tevî ku di ser bicihkirina wan re meh derbas bûne, pirsgirêka av û ceyranê dijîn. BI DÎMEN   *Eda Aggul ya ji 7 saliya xwe heta niha bi muzîkê re eleqeder dibe û 14 enstrumanî bi kar tîne ku ji Pilûr a Dêrsîmê ye û diyar kir ku ew dixwaze perwerda muzîkê bide ji her temenî mirov û bi taybet jinan. Edayê bi lêv kir ku muzîk jinan azad dike û  hepsê malê nebin. BI DÎMEN   *Ji Rojhilat heta Rojava, jin li dijî polîtîkayên ku jinan hedef digire, jiyana wan zehmet dike, têkoşîna xwe didomînin. Bêguman li her derê ku zext hebe, berxwedan jî her tim heye.”BI DÎMEN   *Endama PM'A DBP'ê Ayşe Çelîkbîlek bertek nîşanê gotinên Tayîp Erdogan yên wekê ‘Ma gelo ew nirxê dizanin? Na heyran bi wan re tiştek wisa heye ye? Li cem wan ji mriovan re xizmet, rêzdarî tine. Ger hun xizmetê bikin, hun dijminê wanin.   *Hevseroka Meclisa bajarokê Xera, Elya Îsa êrîşên li ser Herêma Efrînê şermezar kirin û got ku: "Em ê nahêlin ku Tirkiyê gavekê jî derbasî xaka Efrînê bibe. Ger ku Erdogan difikire ku ew bi van êrîşan dikare bandorê li gelê Herêmê bike, ew pir şaş e!" DÎMEN HEYE   *Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava çalakiyên xwe yên di çarçoveya hemleya 'Serî Hilde' de didomînin û dibêjin: "Heya serokê me azad nebe, em jî azad nabin."