'Ji Yekîtiya Star ber bi Kongra Star ve salên xebatê yên dirêj' 2018-01-15 09:08:56   EFRÎN - Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Efrînê Eyşê Xiznê têkildarî salvegera avakirina rêxistina Kongra Star nirxandin kir.    Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jin her tim roleke sereke daye ser milên xwe.  Di hemû waran de leşker, rola pêşengitya şoreşa gelan kiriye. Rêxistina Kongra Star jî ku li Rojaveyê Kurdistanê bûye deng û rengê hemû jinan û di hemû warên jiyanê de rengê xwe daye der û ji bo tevahî jinan xizmet û xebatê dide meşandin. Têkildarî salvegera avakirina Kongra Star, endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Efrînê Eyşê Xiznê nirxandin kir.    Eyşê Xiznê bi boneya salvegera avakirina Kongra Star hestên xwe wiha anîn ziman: "Di serî de em di vê mehê de ku ji bo me meha çile meheke xemgîniyê ye, em di kesayeta rêheval Sakîne Cansiz de hemû cangoriyên azadiyê bi bîrtînin û bejna xwe li hemberî wan ditewinin. Raste divê mehê de komkujiya Parîsê pêkhat lê di heman demê de ji bo me meheke dîrokî ye jî. Ji ber ku Yekîtiya Star ku niha bi navê Kongra Star karê xwe dide meşandin, di 15'ê çileya 2005'an de hate damezirandin.   'Di rastiya jina azad de jiyaneke nû tê avakirin'   Eyşê Xiznê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku di rastiya jina azad de jiyaneke nû tê avakirin û wiha pê de çû: "Li Rojavayê Kurdistanê bi saya bîrdoziya Rêber Apo em jin gihiştine vê asta ku em bikaribin di hemû alîyan de têkoşîna azadiyê bidin meşandin. Jina ku hatibû bê dengkirin îro bi felsefeya Rêber Apo pêşengtiya şoreşa gelan û pêşengtiya jiyana azad dike.Rêberê me bi me da fêmkirin ku pergala jin çima pêwîst e.  Em jî li gor wê felsefeyê xwe birêxistin dikin, kar û xebatên xwe jî li gor wê didin meşandin."   'Pergala desthilatdar ji jina azad ditirse'   Eyşê her wiha bal kişand ser tirsa pergala desthilatdar ji jina azad û rêxistinkirî û wiha got: "Jina birêxistinkirî û lêgera azadiyê dibe sedema tirsa pergalên desthilatdar. Em weke jin heta ku em dawî li vê pergalê neyînin, jiyaneke azad, demokratîk û polîtîk ava nekin, em ê ticaran dawî li têkoşîna xwe neyînin. Şehîdên me yên ku di rêya azadiyê de can feda kirine wê fermanê didin me ku em bê navber tekoşîna azadîyê bimeşînin û mîrasa çil salî emê bigihînin asta herî jor."   'Rojavayê Kurdistanê qada Rêber Apo bû'   Eyşê di dirêjiya axaftina xwede bal kişand ser van xalan: "Rojavayê Kurdistanê qada Rêber Apo bû. Gelê Rojava bi taybetî jinên kurd di perwerdeya Rêber Apo re derbas bûn e. Hemû rastiyên azadiyê ji Rêberê xwe fêr bûne. Her perwerdeyek,civînek bi sedan, hezaran jin tevlî dibûn, îro jî di rêya azadiya jin de têkoşînê didin meşandin. Di destpêka şoreşê de jinê di hemû kar û xebatande cih girtiye. Îro Kongra Star weke mîrasa bi salan ku ji Yekîtya Star dewr girtiye bûye rêxistina sîwan ji bo hemû jinan. Kongra Star bêyî ku ferq û cudahiyê bixe nav, ji bo hemû jinên li bakurê Sûriyê hewlda ku bibe pêşenga çareseriyê."   'Nasnameya jinê hebûna wê ye'   Eyşê Xiznê di dawiyê de wiha got: "Nasnameya jinê hebûna wê ye. Kongra Star ji hemû jinên herêmê berpirsiyare ku hem wan pêşbixe hem jî wan bike xwedî vîneke azad. Di nava hemû kar û xebatan de wê jin bi nasnameya Kongra Star tevbigerin. Bi jina azad re wê Sûriyeyeke demokrat,azad,polîtîk û wekhev bi destê jinê bê avakirin. Li ser vê bingehê em dibêjin ku ey Rêberê me em jin heta projeyên we tacîdar nekin, em ê nesekinin. Em vê rojê di serîde li Rêber Apo, şehîdên azadiyê û hemû şervanên azadiyê û li jinan pîroz dikin."