Gelo girtiyê nexweş Hanîfî Kaçar berbi întîxarê dibin? 2018-01-15 09:01:19   Safiye Alagaş   AMED - Hevjîna girtiyên PKK’ê Hanîfî Kaçar ku li girtîgeha Tîpa T ya Şakranê dimîne, Adalet Kaçar diyar kir ku hevjînê wê rastî îşkenca psîkolojîk tê û got çend caran hewl daye întîxar bike. Adaletê anî ziman ku hevjînê wê surgunê koxuşeke  8 kesên lê dimîne û nas nake hatiye kirin û got: “Ger ku hûn min nebin cem hevalên min ez ê întîxar bikim.”   Zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin. Bi OHAL’ê re li girtiyan cezayên dîsîplînê yên cur bi cur tên birîn. Di nav cezayên dîsîplînê de ‘odeya surngerê’, astengkirin a mafê telefon û faksê tê.  Hat hînbûn ku girtiyê bi navê Hanîfî Kaçar yê li girtîgeha Tîpa T ya Şakranê dimîne rastî zextên psîkolojîk û îşkenceyê tê.   Girtiyê PKK’yî Hanîfî Kaçar ku cezayê muebetê lê hatiye birîn, ev 15 sale di girtîgehê de ye. Ji roja hatiye girtin heta niha gelek caran hatiye surgunkirin. Ev 5 sale jî li girtÎgeha Tîpa T ya Şakranê dimîne. Hevjîna Hanîfî,  Adalet Kaçar, der barê rewşa hevjînê xwe de agahî da û îşkenceyên lê tên kirin vegot.   Birin odeya sunger   Adaletê bi lêv kir ku 4 meh berê li girtîgeha Şakranê girtiyên PKK’yî ji bo balê bikişînin ser zextên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê û got: “Hefteya ewil telefon nekirin.  Hefteyek grevê qedya dîsa negeriyan. Me mereq kir. Em li girtîgehê geriyan û me pirsî. Rêveberiya girtîgehê got ‘nexweşe li nexwşxanê radizê’.Em hema çûn girtîgehê.  Lê me hîn kir ku jê re gotiye ‘emê te bibin nexweşxanê’ û birine odeya sungerê. Li wir 15 rojan tenê ma.”   ‘Me nedît’   Adaletê di berdewamiyê de bi lêv kir ku çûne hevdîtinê lê rêveberiya girtîgehê agahî nedane wan û  got: “Lê nehiştin em hevdîtinê bikin.  Ewil gotin ‘bisekinin emê we bibin cem nexweşê we’. Em di girtîgehê de gerandin. Keça min qêriya û got ‘Bes e, bavê min li ku ye, rast bêjin’.  Piştre gotin ‘emê di kamerayê de nîşanê we bidin’. Em birin odeyê. Di dîmenên kamerayê de gardiyan heye hevjînê min tinebû. Ji me re gotin ‘nexwestiye bê’. Piştre birine nexweşxanê û 5 rojan li wir maye.Em çûn nexweşxanê jî nîşanê me nedan.”   ‘Min xilas bikin’   Adaletê destnîşan kir ku ji nexweşxanê çûne girtîgehê û li wir bi hevjînê xwe re hevdîtin kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hanîfî ne li ser hişê xwe bû. Rewşa wî gelek xerab bû. got ‘em li vir zextê dibînin. Ez nekarim li vir bijîm. Min ji vir xilas bikin’.”   ‘Dixwest biçe cem hevalên xwe’   Adaletê anî ziman ku piştî hevdîtinê çûye cem midûrê girtîgehê û  jê re gotiye hevjînê wê dixwaze biçe cem hevalên xwe, lê midûr gotiye wê 6 mehên din şûnde wî bibin cem hevalên wî.   Îdiaya întîxar kiriye   Adaletê daxuyakirin ku hvjînê wê 3 hefte şûnde birine cem hevalên wî û got: “hat îdiakirin ku hevjînê min  hewl daye bi dermanan întîxar bike. Mîdeya wî şûştine. Piştî nexweşxanê hevjînê min dîsa birine koxuşa serbixwe ya 8 kes lê dimînin. Herî dawî dema em çûn hevdîtinê ti guherîn tinebû. Rewşa wî gelek xerab bû.  Ji me re got ‘gardiyan hewl didin em xwe bi ben darve bikin’. Hevjînê min ji ber îşkenca psîkolojîk di rewşek ne baş de ye. hevjînê min got ‘bi salane ez berxwe didim. Ez niha anîme xistime nava van 8 kesan. Ji min re dibêjin heval te naxwazin. Ez hevalên xwe nas dikim. Tiştek wisa nabêjin.’ Îşkenca psîkolojîk li hevjînê min dikin.” Adaletê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Xwarinê jî nadin hevjînê min. her tiştê xwe ji kantînê digire.” Adaletê gotinên hevjînê xwe Hanîfî wiha vegot: “Ez çi bikim jî min ji vê odeyê nabin. Min nabin cem hevalan. Çareyek min maye. Ezê întîxar bikim. Min nebin cem hevalan ezê întîxar bikim.”   Adaletê bi lêv kir ku ji bo hevjînê wê bînin girtîgehek nêzî Amedê bi dehan carî daxwazname nivîsîne lê her tim bersiva neyînî girtîne. Adaletê serî li ÎHD’a Amedê da û daxwaza pişgiriya hiqûqî kir.