Bi Julîde Kural re sohbeta bazarê: Sahne min azad dike 2018-01-14 09:24:23   Evrîm Kepenek   STENBOL - Lîstika Marti ya ku Julîde Kural tê de dilîze van rojan ji nû ve tê lîstin. Julîdeyê hem li ser lîstikê û hem jî li ser rêwêtiya xwe ya hunerê axivî.   Gelek kesî ew di rêzefîlmê Super Baba de bi karektara ‘Îpek’ nas kir.  Lê wê piştre îmze avêt xebatên gelek serkeftî. Julîde Kural li ser çapemeniya hatiye dorpêçkirin, sansurkirina gotinên hunermendên muxalîf sohbetek pêk anî. Julîde van rojan bi lîstika xwe ya Marti ya li Şanoya Bajar a Stenbolê dilîze dertê pêş.  Julîdeyê têkiliya xwe ya bi pîşeya xwe re bi gotina ‘li sahneyên azadbûn’ anî ziman. Julîdeyê diyar kir ku ancax jin dikarin dema desthilatdar ya serdestiya mêr hilweşîne.   Em ji lîstika we ya Martî ku hun serlîsktivanin dest pê bikin. Rêwitiya Martiyê çawa dest pê kir?   Ez 10 sal berê li ser vexwendînameya Orhan Alkan ketim Şanoyên Bajar.  Orhan xwest ez di lîstina Vîşne Bahçesî ya Anten Çehov de bilîzim. Xwest ez di wir de rola sereke bilîzim. Lîstika min ya ewil a di Şanoyên Bajar de bi Çehov re dest pê kir. Niha 10 sal şûnde ez lîstika Çehov a duyemîn Marti dilîzim.   Ez vê bi bîr bixim. Bi salan şansê me yê ku em di sektora taybet de lîstikên klasîk bilîzin tinebû. Butçe tinebû, kadro tinebû, şert û merc zehmet bûn. Lê di saziyên cemawerî de lîstina lîstikên kalsîk bi derfetir bû.   Min dixwest ez lîstikên klasîk bilîzim. Ji bo mîhrîcanên cuda lîstika Marti dihat amadekirin. derhênerê lîstikê li min geriya û got ‘ti dixwazî bilîzî’. Min jî qebûl kir.  Bi vî awayî bi lîstikvanên girîng me dest bi rêwistiya Marti kir.   Ji bo lîstikê hun çiqas xebatin?   Em nêzî du mehan xebitîn. Kadroya lîstikê ji kadroyek profesyonek pêk tê. Çehov nivîskarekî ku gelek taybetiyên wî hene ye. ekîba me jî gelek ji Çehov hez dike.  Me piştgirî da hev û me dest bi xebatan kir.   ‘Nivîskarekî hêja’   Zehmetiyên lîstika nivîskar Çehov çi ne?   Di esasê de Çehov rêwitiyek cudaye ji bo lîstikvan. Mînak mirov provaya hinek lîstikan, dertê pêşberî temaşevanan û wê demê temame. Ji bo lîstikvan jî piştî demekê dubare dubare wekê lîstikê bilîze tê hîskirin. Lê di nivîskarên wek Çehov de rewş cuda dibe. Di her lîstikê de karekterê tê lîstin de cihekî nû tê kefşkirin.Her ku mirov dilîzin mirov kefş dikin. yanî ev ji bo min wisa ye. Çehov ti car nahêle lîstikvan bibe mekanîk.Wê demê divê mirov Çehov hîs bikin.   Li gorî we cudahiya di navbera hunermend û lîstikvan de çi ye?   Mirov dikarin bibin lîstikvan, her rolê bilîzin. Belê ti bûye lîstikvan.  Dema ev tên kirin ger pirsa ‘Ez çi dikim? Jiyana min li ku derê disekine? Çehov di esasê de dibêje? Bê kirin wê demê hun berbi hunermendiyê ve diçin. Ne jiberkirina gotinên Çehov, dema lêpirsînkirin hat destpêkirin hunermendî dest pê dike.   Hun xwe li sahneyê çawa hîs dikin?   Ez xwe li sahneyê azad hîs dikim. Welate, cîhane, sahne min azad dike. Ew hesta azadiyê wisa bi min re dijî ku karekterek vediguhere karekterekî din.   ‘Di hunerê de mirov nekarib bibêjin qediya çû’   Hun lîstikvanên jenerasyona nû çawa dibînin?   Di hunerê de tiştekî raweste tine, her tişt diyalektîfe. Di hunerê de mirov nekarin bêjin ‘Min hîn kir qedya’.Di vir de ya xeter eve; di rêzefîlm û tv ciwan zû tên naskirin. Ev jî tiştekî xetere. Popcorn e.Gelek fêzefîlm tên kişandin gelek ji wan nayê hişê mirovan. Ew di rêzefîlmekî de tên dîtin û piştre dibêjin qey wê her tim wisa be. Ev aliyê wê yê pop e. Yanî ya populer  pop e.    Julîde Kural dema şanogeriyê neke çi dike?   Ez ji tenêbûnê hez dikim. Ez zêde ne sosyalim. Ez ji xwe re qadên ku dikarim tenê bimînim diafirînim. Mînak her roj dimeşim. Ez di dema meşê de xeyalan dikim. Dema bi xwezayê re tekiliyê daneynim xwe heyî hîs nakim. Em jin bi pêvajoyê re eleqederin.Ez li darekê dinêrim xeyalan dikim. Ez li zindîbûna ku ew dar dide dinêrim. Çûk lê hêlînê çêdike, siya wan heye, oksîjenê didin. Ya herî zêde min li jiyanê berxwedêr dihêle, xwezaye.   ‘Ez piştgiriyê didim têkoşîna ekolojiyê’   Hun têkoşîna ekolojiyê ya li Tirkiyeyê çawa dibînin?   Ez bi her awayî piştgiriyê didim têkoşîna xwezayê. Ez hewl didim ligel wan bim. Li her derê Tirkiyeyê berxwedan çêdibin. Talan ewil li Behrareş destpê kir û li wir têkoşîn bilind bû. Mirovan her roj berxwe dida. Ev gelek bi nirx bû.   Jin wê serdema mêran biqedînin   Dema mirov radibin ser piyan, gelek kêfa min tê. Hele jin têkoşînên cidî didin. Ger dema desthilatdariya mêr ya yekparêz biqede ev bi saya jinan dikare pêk bê. Jinên bi xwezayê re di nava hev de ne dikarin bikin.   Peyama we ji bo xwendevanên me heye?   Temaşevan, hêzê didin me. Hewcedariya me bi temaşevanan heye. Ez bang li hemû kesî dikim ku ger mumkun be her hefte bên lîstikek şanoyê temaşe bikin.