Yekemîn Konferansa Jîneolojiyê dê ji bo azadiya jinê bibe gaveke girîng 2018-01-12 12:19:00   DÊRIK - Di Yekemîn Konferansa Jîneolojiyê de ya ku li navenda Çand û Hûnerê ya Diclê ya  Dêrik a kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê bi dirûşma " Jineolojî rastiya civakê bi xwezaya jinê ronî dike" dest pê kir de hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif  axivî û wiha got:" Konferansa Yekemîn a Jîneolojiyê dê ji bo azadiya jinê û civakê gaveke girîng be."   Di Yekemîn Konferansa Jîneolojiyê de ya ku li navenda Çand û Hûnerê ya Diclê ya  Dêrik a kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê bi dirûşma " Jineolojî rastiya civakê bi xwezaya jinê ronî dike" dest pê kir de hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif  axivî û bal kişand ser fikrên Rêberê PKK'ê yê Abdullah Ocalan ê derbarê azadiya jinê û anî ziman ku divê jin êdî zincîra koletiyê bişikîne.    Foza Yûsif di destpêkê de keda Konferansa Yekem a Jîneolojiyê pîroz kir û wiha got:"Ji bo jin kesayeta xwe nas bike û civakê azad bike ev kongreya gelekî girîng e. Li ser navê hemû jinên azadîxwaz em vê konferansê diyarî xwediyê vê fikra azad Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Ji bo jin azad bibe, zincîra koletiyê bişkîne, xwe nas bike Abdullah Ocalan fikra jineolojiyê pêşkeş kir."   'Ji bo jin çand, nirx û hunera ku ji destên wan hatiye girtin paşve bistînin'   Fozayê anî ziman ku gelek jinan û komîteya jînolojiyê ji bo jîneolojiyê ked dane. Di vî warî de li Rojava/Bakurê Sûriyeyê gelek lêkolîn hatine kirin û wiha berdewam kir:" Ji bo jin çand, nirx û hunera ku ji destên wan hatine sitendin paşve bigirin, azad bijîn û têbikoşin ev Konferansa Yekemîn a Jîneolojiyê girîng e."   Di dawiya axaftina xwe de Fozayê wiha got:" Em serkeftinê ji Konferansa Yekemîn a Jîneolojiyê re dixwazin û hêviya me ew e ku ev yek dê ji bo azadiya jinê û civakê bibe gaveke girîng."    Di berdewamiya konferansê de li ser navê Tevgera Jinên Êzidî peyam hat xwendin, her wiha sînevizyon hat temaşekirin û niha konferans bi perspektîfên Abdullah Ocalan ên ji bo jineolojiyê dewam dike.