Girtiya nexweş a ku dermankirina bi kelepçeyê qebûl nekir, nehat dermankirin 2018-01-12 09:01:43   MÊRDÎN - Bêrîvan Bayindir a ji ber gurçikên xwe nexweş e, surgunî girtîgeha Bayburtê hat kirin. Her wiha ji ber ku dermankirina bi kelepçekirî qebûl nekir nehat muayenekirin û wiha şandin girtîgehê.   Bêrîvan Bayindir a mamosteya Astengdaran e û li Girtîgeha Bayburtê ye, ji ber gurçikên xwe nexweş e û nayê dermankirin. Bêrîvan ku ev salek û nîve girtiye, ji bo derman bibe sê caran serlêdan kir lê ji aliyê rêveberiya girtîgehê û doktoran ve bi hinceta ‘bi te re ev nexweşî tuneye’ tê redkirin. Bêrîvanê ji bo derman bibe birin nexweşxanê lê ji ber dermankirina bi kelepçekirî qebûl nekir, nehat dermankirin.   Nayê dermankirin   Bêrîvanê salek berê ji girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê surgunî girtîgeha Bayburtê hat kirin û ji ber gurçikên wê kêm dixebite roj bi roj kîlo wenda dike û bi hinceta cezayê wê teqez bûye jî nayê tehliyekirin. Bêrîvan a ku rewşa wê her diçe xera dibe û divê lezgîn bê emeliyatkirin, dermankirina wê ya rutîn jî ji aliyê doktorên girtîgehê ve tê taloqkirin.   Bêyî ku derman bibe anîn girtîgehê   Bêrîvanê bi israr ji bo dermankirinê serlêdan kir û hefteya borî bi kelepçeyê û bi rîngê birin nexweşxaneyê lê ji ber kelepçeya wê dernexistin nexwest derman bibe û bêyî ku derman bibe anîn girtîgehê.   ‘Di şert û mercên zehmet de dijî’   Dayika wê Meryem Bayindir ku hefteya borî çû hevdîtina vekirî ya keça xwe wiha got: “Girtiyan ji ber pêkanîna cilên yekreng biryar girtine ku dernekevin hevdîtinan. Rewşa keça min ji xwe ne baş e. Serlêdana wê ya dermankirinê herî dawî hatiye qebûlkirin lê bi kelepçeyê birine. Ev nayê qebûlkirin. Rewşa wê gelek xerab e. Divê her nîv saetê carê avê vexwe.  Bi alîkariya girtiyên din jiyana xwe iddomîne. Roj bi roj kîlo wenda dike. Hemû cilên wan hatine girtin. pir kêm tişt hiştine. Nabin nexweşxaneyê. Zextan lê dikin. Ev yek wê heta kengî bidome? Bila ev zext bi dawî bibin.”