Hevserok ên Şeredariya Meclisa Navçeya Qinê hatin hilbijartin 2018-01-11 17:19:10     KOBANÊ - Piştî hilbijartinên hevserokên Meclîs ên Herêma Firatê hatin hilbijartin, niha jî dest bi hilbijartinên hevserokên şaredariyên meclîsan hatin kirin.     Li Navçeya Qinê ya ku li Rojavayê Kantona Kobanê dikeve Endamên Meclîsa Qinê civîn li şaredariya Navçeya Qinê ji bo hilbijartinan li dar xist.    Hilbijartina hevserokên şaredariya Navçeya Qinê  bi kêfxweşiyeke mezin hat lidarxistin. Di encama civînê de du hevserokên şaredariya meclîsa navçeya Qinê bi dengdayina endamên meclisê ve hatin hilbijartin.   Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Merwa Dirêî axivî û wiha got: "Em ê li gorî berjewandiyên gel tev bigerin û wê serkeftin her ya gelê kurd be." Piştî axaftina Merwa Dirêî hilbijartin hat çêkirin û di encamê de Xatîma Dawîd û Elî Miho ji bo hevseroketiya şaredariya meclisa Navçeya Qinê hatin hilbijartin.