Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê cara 721'an serlêdan kirin 2018-01-11 14:44:28   STENBOL - Parêzerên Abdullah Ocalan, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, 721'an car e serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê didin.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, Îbrahîm Bîlmez û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve parêzeran 721 caran ji bo hevdîtinê serlêdan pêk anîn.    Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve 720 caran serî li dozgeriyê dane, serlêdanên parêzeran bi hincetên wekî "rewşa hewayê", "keştî xirabe ye" û "OHAL heye" tê astengkirin.