'Daxwaza aştiyê nayê darizandin' 2018-01-11 14:30:27   STENBOL - Akademisyenên ku ji ber îmze avaêtin binê belavoka aştiyê û derbarê wan de doz hat vekirin  li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî dan û gotin,"Daxwazkirina aştiyê ne sûc e. Daxwaza aştiyê nayê darizandin."   Akademîsyenên aştîxwaz ku  bi îmzeyên avêtin binê belavoka aştiyê  gotin ku "Em ê nebin hevkarê vî sûcî" û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li bajarên Kurdistanê, ji ber vê hewldana wan  der barê wan de doz hat vekirin û akademîsyen dîsa li pêşberî dadgehê ne. Akademîsyenên aştiyê li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî dan û aşkera kirin ku ew di biryara xwe de bi israr in û ew ê bi tu awayî paşve gav nevêjin û nebin hevkarên tu sûcî.   'Em ê gotina xwe berdewam bikin'   Akademîsyen Ozgur Muftuoglu yê bi Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) hat îxrackirin, da zanîn ku piştî wan belavok bi raya giştî re parve kiriye, gef li wan hatine xwarin, gelek akademîsyen girtine bin çavan, beşeke wan hatine girtin û beşeke zêde ji kar îxarc kirine. Ozgur diyar kir ku herî dawî bi sûcdariya "Propagandaya rêxistinê" li Dadgeha Cezayê Giran tên darizandin û ev tişt got: "Armanca me ya îmzekirina belavokê, xwesteka aştiyê ye, bila zarok nemirin. Em wekî akademîsyen û welatî, aştiyê diparêzin û ev peywira me ye. Em ê heta dawiyê li pey biryara xwe bin."   '500 akademîsyen hatin îxrackirin'   Piştî Ozgur Muftuoglu, akademîsyenên bi navê Ayşe Erzan, Fadîme Gok û Zelal Ekîncî daxuyanî xwendin û aşkera kirin ku ew ê li 35'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 2 akademîsyen derkevin pêşberî dadgehê, di nava 2 salan de 500 akademîsyen ji kar îxrac kirine, di 15'ê Nîsana 2016'an de 4 akademîsyen heta 22'yê Nîsanê girtî mane, Mehmet Fatîh Tiraş ê di 25'e Sibata 2017'an de ji Zanîngeha Çukurovayê avêtin întixar kiriye.   Akademîsyenan destnîşan kir ku ew ê li dijî tundî, zilim û bê edaletiyê gotina xwe bêjin û xwedî li aştiyê derkevin. Piştî daxuyaniyê akademîsyen derbasî edliyeyê bûn.