Li Nisêbînê kesek bi lêdanê hat binçavkirin 2018-01-11 12:51:50   MÊRDÎN - Kesekî ku navê wî nediyar li navenda sûka Nisêbînê ji aliyê polîsan bi lêdanê hat binçavkirin.   Li Nisêbînê zextên ku piştî pevçûnê ket dewrê hîn berdewam dikin. Do li navenda sûkê kesê 25 salî bi hinceta "gumanbar e" li ser piyan ji lêpirsîna GBT'ê derbas bû û piştre bi lêdanê hat binçavkirin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku kesê ku navê wî ne diyar ji aliyê bi dehan polîsan bi heqaret û îşkenceyê rû bi rû maye.    Polîsên ku nehiştin kesek mudaxaleyî bûyerê bibe, piştre ew kesa binçav kirin. Derbarê kesê ku hat binçavkirin de agahiyek teqez nehat girtin.