Kongra Starê ji bo azadiya Abdulah Ocalan li herêma Efrînê belavok belav kir 2018-01-10 15:11:41   EFRÎN - Rêxistina Kongra Star ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeyên Reco, Bilbilê, Medîna, Meydana belavok belav kirin.   Rêxistina Kongra Star ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  li navçeyên Efrînê Reco, Bilbilê, Medîna, Meydana belavok belav kirin.   Di belavokan de wiha hatibû nivîsandin" Hevaltiya Rêber Apo ya bi jinê re, xwedî wateyeke mezin e. Her tim Serok Apo dibêje heger jin azad nebe tu carî civak azad nabe. Her wiha ji ber Rêber Apo azadiya jin û avakirina pirojeya pergala Netewa-Demokratîk ji xwe re wekî bingeh dibîne dewletên desthildar ên wek Tirkiyeyê komplo û lîstikan li ser Rêber  Abdullah Ocalan pêk tînin".   Piştî belavok hat belavkirin dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" berz bû.