Amadekariya Konferansa Jineolijiyê bi dawî bû 2018-01-10 11:22:42   DÊRIK - Amadekariya Konferansa Jineolojiyê ya ku dê di 12-13'ê Çileyê de û bi beşdarbûna jinên Rojava-Bakurê Sûriyeyê pêk were, bi dawî bû.   1'emîn Konferansa Jineolojiyê ya ku dê pêşengtiya wê jinê bike dê li Rojava-Bakurê Sûriyeyê di 12-13'ê Çileyê de çê bibe. Konferansê di serî de li bajarê Heleb, Şehba, Efrin, Reqa, Tebqa, Eyn İsa, Minbic, Kobanê, Grê Spî, Serêkaniyê, Hesekê û li tevahî bajarê Bakurê Sûriyeyê dê bi beşdarbûna 200 delegeyan çê bibe. Konferansa Jineolojiyê yekîtiya bawerî û gelan a dewlemend diparêze û dê Jinên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Çeçen û Turkmen beşdar bibin. Her wiha dê ji neteweyên cuda jinên enternasyonel jî beşdarî konferansê bibin. Dîsa jinên baweriyên wan cuda wekî Musliman, Êzidî, Xiristiyan, Elewî jî dê beşdarî konferansê bibin.   Endama Akademiya Jineolojiyê Zilan Su derbarê Konferansê de agahî da û diyar kir ku amadekariyên ji bo konferansê temam bûne. Zilan Su diyar kir ku ew ê konferansê bi beşdarbûnek dewlemend a ji yekbûna jinê çê bikin û bi vê yekê armanc dikin ku bi vê konferansê jineolojî bandorê li hemû bajarên Rojava-Bakurê Sûriyeyê bike. Zîlanê anî ziman ku ew vê konferansê diyarî jinên nûnerê îradeya azadiyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dikin.