Mêrê ku îstismara zayendî kir hat girtin 2018-01-10 09:58:47   ANTALYA - Li Kepezê zaroka ku diçû nên bikire ji aliyê mêrekî ve bi îstismara zayendî rû bi rû mabû. Derket holê ku Mehmet E. berê jî êrîşa zayendî pêk aniyê û di vî warî de 7 qeydên wî yên cuda hene. Mehmet E. yê  ku îstismara zayendî pêk anî hat girtin.    Li Kepezê zaroka ku diçû nên bikire ji aliyê Mehmet E. ve bi îstismara zayendî rû bi rû mabû. Piştî ku bûyera îstismara zayendî derket holê Mehmet E. hat binçavkirin, piştî karê emniyetê qediya sewqî edliyeyê hat kirin. Mehmet E. yê ji ber sûcê îstismara zayendî 7 qeydên wî yên cuda hene piştî lêpirsîna wî ya dozgeriyê bi daxwaza girtinê şandin Dadgeha Ceza ya Sulhê. Mehmet E. ji ber sûcê "Li dijî zarok îstismara zayendî" hat girtin û şandin girtîgehê.