Li Stenbolê 22 kes hatin binçavkirin 2018-01-10 09:46:23   STENBOL - Di serdegirtina malan a li navçeyên Stenbolê de herî kêm 22 kes hatin binçavkirin. Di nav van kesên ku hatine binçavkirin de rêvebirên navçeyê yên HDP'ê jî hene.   Li Stenbolê serê sibehê polîsan di serdegirtina malan de herî kêm 22 kes kirin bin çavan. Di nav van kesên ku hatine binçavkirin de rêvebirên navçeyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  jî hene. Di nava kesên ku hatin binçavkirin de jinên bi navê, Nurcan Başdinç, Gulizar Teymur, Zeynep Değirmenci û Duygu Kaçmaz jî hene.