Mizgîn Irgat: Hun nekarin ji bo goristanbibêjin 'îşnaetên kaçax' 2018-01-10 09:06:16   ŞIRNEX - Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat bertek nîşanî êrîşên li hemberî Goristana Garzanê da û  got: “Baş tê zanîn ku li herêma me li dijî goristanan rêzdarî rêbazek e. Pêkanîna înşata kaçax a li hember goristanan bi hinceta parastina cemaweriyê ti car nekare bê vegotin. Ev êrîş ti car nayên qebûlkirin. Ne di hiqûqê de ne di rêbazên ahlaqî û ne jî di hiqûqa nivîskî de tiştek wisa tine ye. Em ê bibin şopdarên vê.”   276 cenaze bi hinceta testa DNA’yê ji goristana Garzan a taxa Oleka Jor a Bedlîsê hat derxistin û şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.  Ji ber bertekên hatin nîşandan, Walitiya Bedlîsê daxuyaniyek da û îdia kir ku cenaze li gorî mewzuatê hatiye derxistin. Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat diyar kir ku ev ne li gorî hiqûqê ye û got êrîşa li dijî goristanan sûc e.   ‘Garzan goristanek kevn e’   Mizgînê bi lêv kir ku piştî bûyer hatiye bihistin şûnde Walîtiyê piştî bertekên hatin nîşandan daxuyaniyek da lê daxuyanî ne têr bû û wiha pê de çû: “Me der barê mijarê de pêşnûmepirs da meclîsê.  Lê ez wek parlamentera bajar li Walî geriyam lê hevdîtin qebûl nekir. Piştre bêdengiya xwe bi dazxuyaniyekê xera kir.  Hat gotin ku goristan bi hinceta kaçaxe hatiye xerakirin. Goristan piranî normal hatine çêkirin. Goristana Garzan goristenek kevn e.  Gel dizane kesên berê jiyana xwe ji dest dane li wir hatine definkirin.”   DNA ya çi?   Mizgînê daxuyakirin ku  hestiyên bi hinceta DNA’yê hatine derxistin ne li gorî ol û hiqûqê hatine derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev goristan di bin kontrola dewletê de hatin çêkirin. Ne di pêvajoya çareseriyê de, li Bedlîsê li gelek cihî goristan hatin çêkirin, mirovan li wir duayên xwe kirin.  goristan ji dîrokê hete niha û li gorî qanûnên cezayê cihên ku divê bên parastinê ne.  cenazeyên ku testa wan hatiye kirin hene. Mînak a Dîlan Bîngol.”   Mizgînê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku êrîşên li dijî goristanan îşkenceya duyem a li dijî malbatan e û got her tim şopdarên vê bûyerê bin.