'Têkoşîna gel hêviya siberojê ye' 2018-01-10 09:03:22   Sorgul Şêxo   TILTEMIR - Rêvebira Kongra Star a Bajarê Tiltemirê Emgîhan Cûdî li ser raperîn û serhildana gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Hêvî û berxwedana gel a li dijî rejîma diktator dê rê li deskeftiyên mayinde veke."   Rêvebira Kongra Star a Bajarê Tiltemirê Emgîhan Cûdî li ser raperîn û serhildana gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku gel bi serîhildana xwe ispat kir ku ew êdî li dijî pêkanînên diktatoriyê serî natewînin.   Emgîhanê, serhiladana gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wekî gaveke dîrokî nirxand û wiha got:"Sîstema ku li Îranê  tê meşandin sîstemeke desthilatdarî û dîktatoriyê ye ku ev bi dehan salane zilma xwe li ser gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî jî li ser jinê ferz dike. Li Îranê sîstema faşîzmê, pergaleke li derveyî exlaq û wijdanê mirovatiyê tê meşandin. Loma gel êdî vê zilm û zordariya rejîma diktator nema qebûl dikin û li dijî vê zîhniyetê serî hildidin."    Bi raperîna gel dê pergala zordar têk biçe!   Emgîhanê, wih berdewam kir:"Sîstema Îranê li hember wekheviyê û pêşketina civakê disekine. Tenê li gor berjewendiyên tev digerin. Loma gel li dijî van berjewendiyan derketin qadan. Têkoşîn û hewldana gelan her pêwist û girîng e. Bi raperîna gel dê pergala zordar têk biçe."   'Serhildana Rojhilatê Kurdistanê gaveke dîrokî ya ber bi azadiyê ve ye'   Emgîhanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Serhildana Rojhilatê Kurdistanê gaveke dîrokî ya ber bi azadiyê ve ye. Gel bi yek dengî dibêje ku em êdî dîktatoriyê naxwazin û demokrasiyê dixwazin. Bi taybet jî jinên ku serkêşiya vê serîhildanê kirin êdî koletiyê qebûl nakin. Têkoşîna jinê û gel hêviya siberojê ye. Em ê her bi hêviyê dilê xwe germ bikin têkoşîna xwe jî berztir bikin."