Siyasetmedarên jin ên kurd bi helbest û stranan hatin bîranîn 2018-01-09 16:33:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, û Leyla Şaylemez, bi çalakiya ku hat li darxistin bi helbest û stranan hat hatin bîranîn.   Li payitextê Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nurnera KNK'ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, ji aliyê Nunerên TEV - ÇAND'ê yên Parîsê ve duh êvarê bi çalakiyeke ku hat lidarixistin hatin bîranîn.  Di bîranîna ku hunermend û xizmên wan tevli bûn dee Endama TEV - ÇAND'a Parîsê Samye Tunç axivî.   'Em ê bi hunera xwe wan bi bîr bînin'   Samiye, diyar kir ku ew ê her sê jinan her bi bîr bînin û wiha berdewam kir: "Em ê jî her sal wekî TEV - ÇAND'ê wan bi bîr bînin û stranên xwe ji bo wan bibêjin. Her sê hevalên me jî ji hunerê gelek hez dikirin. Sakîne Cansiz digot 'çand û huner rihê me paqij dike. Ji ber wê divê ku huner di nava vê şoreşê de bêhtir bê pêşxistin , ji bo ku ruhêm  me paqij bike'. Em jî di  vê pêvajiyê de bi stran û hunera xwe wan bi bîr bînin."   Bavê Leylayê Cumalî Şaylemez jî got ku 9'ê Çileyê ji bo kurdan roja reş e û wiha  got: "Em ê kesên ku ev êş bi me dan jiyîn ji bîr nekin."   Piştî axaftinan ji bo Sakîne, Fîdan, û Leyla helbest û stran hatin gotin.