Leşkeran êrîşî çalakiya bîranîna Fîdan Dogan kir 2018-01-09 14:50:23   MARAŞ - Leşkeran êrîşî jinên ku xwestin Fîdan Dogan li ser gora wê, bi bîr bînin, kirin. Flamaya kesk, sor û zer ku li dora kevirê goristana Fîdanê hatibû gerandin û qurnefîlên li ser gorê ji aliyê leşkeran ve hat hilanîn.    Ji bo 5'emîn salvegera şehadeta sê jinên siyasetmedar Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9'ê Çileyê 2013'an de li Parîsê ya paytexta Firansayê hatibû qetilkirin li gelek ciyan merasîma bîranînê tê lidarxistin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan Leyla Birlik û Dilek Ocalan, Endamên PM'ê yên HDP'ê, Rêvebirên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), endamên Dîwanê yên Serokatiyê yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), xwestin li navçeya Elbîstanê ya Meraşê çalakî ya merasîma bîranîna Fîdan Dogan li dar bixin.    Heyeta ku di têketina navçeyê de li astengiya polîsan rast hat piştî sekinandineke dirêj derbasî gund bûn. Piştre heyet ji aliyê leşkerên di têketina goristanê de disekinîn hat xwestin ku bê astengkirin.    Tevî astengan jinên ku li ser gora Fidanê li hev kom bûn qurnefîlên sor danîn ser goristanê. Leşkeran di vê kêliyê de heqaret li jinên li ser goristanê kirin û ew derxistin derveyî goristanê. Flamaya kesk, sor û zer ku li dora kevirê gora Fîdanê hatibû gerandin û qurnefîlên li ser goristanê ji aliyê leşkeran ve hat hilanîn.    Jinên ku di encama êrîşa leşkeran de ji goristanê hatin derxistin, ji herêmê veqetiyan.