Her sê jinên siyasetmedar ên kurd hatin bîranîn 2018-01-09 12:51:04   EFRÎN - Bi munesebeta salvegera pêncemîn a şehadeta her sê jinên şoreşger,Sakîna Canisiz,Fîdan Dogan, Leyla Şeylemaz Yekîtiya Jinên Ciwan li herêma Efrînê çalakîk li dar xist.   Ji bo bîranîna salvegera Şehadeta  siyesetmedarên jin Sakîna Canisiz û rêhevalên wê,Yekîtiya jinên ciwan bi tevlibûna Endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava,Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û bi dehan şêniyên Kantona Efrînê,çalakîk li qada azadî a herêma Efrînê li dar xitin.   Çalakî bi sînevizyona li ser jiyana Şehîd Sakîna Canisiz û rêhevalên wê dest pêkir,paşê Seroka Desteya Ciwanên Werzîşê Gulê Cimu axivî, Gulê hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û got:"Em wek jinên ciwan xeta tekoşîna Şehîd Sakîna Cansiz û rêhevalên wê ji xwe re sembola jiyanê debînin. Ji ber ku di riya tekoşîna her sê jinên kurd de îradeya jina azad derket holê."   Piştre ji bo her sê jinan ciwanan qednîl ber bi asîmanan ve firandin.