Li Efrînê hilbijaertina hevserokên meclis û Şardariyan 2018-01-08 17:53:17   EFRÎN-Mecilîsa Kantona Efrînê bi alîkariya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ji bo hilbijartina hevserokên Mecilîsa Navçeya şêrewa û Navçey Mabeta civîn li dar xist.   Mecilîsa Kantona Efrînê bi alîkariya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ji bo hilbijartina hevserokên Mecilîsa Navçeya şêrewa û Navçey Mabeta civîn li dar xist.  Hilbijartinan bi amadebûna hemû endamên meclisê ku bi serketine du civîn cuda li dar xist.   Civîn li navenda Kongira Star a gundê Basutê ya girêdayî Navçeyê Şêrewa  bi tevlîbûna endamên meclisê pêk hat di encamê de Fikiret Ebidel û Ehmed Cemîl Silêmen bûn hevserok û Hesen Hemker û Evîn Qitran bûn cîgirê hevserokên Meclîsa navçeya şêrewa.   Piştî hilbijatina hevserên meclîs a navçeyê,hilbijartina hevserokên şaredariyê dest pê kir. Di encamê de Nisrîn Çewîş Û Şedî Betal bûn hevsrokû Reşed Reşîd,Ruhan Ebidel  ji bûn cîgirê hevserokên şaredariya navçeyê.