Li Bedlîs û Şirnexê qedexeya derketina derve! 2018-01-08 11:40:36   NAVENDA NÛÇEYAN – Walîtîya Bedlîsê li 13 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve îlan kir. Li Hîzanê jî qedexeya ku 6 roj berê hatibû îlan kirin rakir.    Walitiya Bedlisê li 13 gundên Bedlisê qedexeya derketina kolanan îlan kir. Walîtîyê saet ji 09.00'ê îro û şûnde qedexe îlan kir û heta hat aşkerakirin ku wê heta fermana duyemîn qedexe  bidome. Li navçeya Hîzanê ya Bedlisê jî li 5 gund û 2 mezrikan qedexeya ku di 2'ê Çile de hatibû îlankirin bi dawî kir.    Li Gabar, Cûdî û Bestayê qedexe   Walîtiya Şirnexê li herêma Cûdî, Gabar û Geliyê Bestayê bi hinceta operasyona leşkerî heye li welatiyan qedexe kir.    Walîtiya Şirnexê li herêma Cûdî, Gabar û Geliyê Bestayê bi hinceta operasyona leşkerî heye li welatiyan qedexe kir. Walîtiyê di navbera 8 û 22'ê Çile de ji bo 15 rojan "Herêma Ewlehiya Taybet a demborî" îlan kir. Li herêma Gabar, Cûdî û Geliyê Bestayê şer didome. Di çarçoveya operasyonan de 6 wesayit cerdevan ji bajaroka Qesrikê çûn çiyayê Gabarê herêma operasyonê.