Li Germiyanê mirina jinekê ya bi guman 2018-01-08 11:21:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Kelar a herêma Germiyanê hat îdîakirin ku jina bi navê A.A.M. întîhar kiriye. Têkildarî bûyerê hevjîna A.A.M hat binçavkirin.   Li navçeya Kelar a Herêma Germiyanê hat îdîakirin ku jina bi navê A.A.M. xwe bi dar ve kiriye û dawî li jiyana xwe aniye. Derbarê mijarê de, li ser navê Rêxistina li Dijî Tundiya li Ser Jinê Lamîa Mihemed daxuyanî da û wiha got: "Em çûn cihê bûyerê. Li cihê bûyerê hat îdîakirin ku A.A.M. întîrhar  kiriye û ji bo otopsiyê cenazeyê wê Rakirin Tipa Edlî." Herwiha hat aşkerakirin ku hevjînê A.A.M hat binçavkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.