'Em ê têkoşîna Fîdan Dogan bidomînin' 2018-01-08 09:05:54   Berçem Cudî   QAMIŞO - Endama Têkliyên Dîplomasiya Kongra Star Mekiya Hisî ji bo salvegera komkujiya Parîsê ya 5.mîn axivî û got: "em ê têkoşîna heval Fîdan Dogan bidomînin."   Bi munasebeta salvegera 5.mîn ya komkujiya Parîsê ku MÎT'a tirk pêk anî û di encama wê de yek ji pêşengên PKK'ê  Sakîne Cansiz, Leyla Şeylemaz Kadroya Tevgera Ciwanên Ewropayê û Fîdan Dogan Endama Têkliyên Dîplomasiyê ya jin bû jiyana xwe ji dest dan,  Endama Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star a Kontona Qamişloyê ya Herêma Cizîrê  Mekiya Hisî nirxandinên girîng kirin têkoşer bi bîr anîn û got "Şehîdên jin pêşengên jiyana azad in"    Fîdan Dogan nasnameya jina kurd da nas kirin   Mekiya di destpêka axaftina xwe de got ku her sê heval ji bo tevahiya jinên kurd bûne pêşeng û wiha axivî: "heval Fîdan Dogan cara yekê weke jineke kurd, kesayeta jinên kurd li Ewropayê da na kirin û kar û xebatên xwe li ser bingeha fikrên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan dida meşandin."   Piştî rêber Apo, komloya komkujiya li Parîsê   Mekiya di axaftina xwe de destnîşan kir ku komkujiya li paytexta Fransa Parîsê pêk hat komployek din bû  û wiha domand: "Kuştina her sê şoreşgerên jin ên kurd kompoloyek  din bû, çawa ku Tirkiye li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan komplo pêk anî li Parîsê jî pêk anî. Tirkiye bi vê komployê xwest ku di kesayeta hevala Sakîne, Fîdan û Leyla de nasnameya jinê qetil bikê. Lê îro bi hezaran jin li ser riya wan in û doza wan dişopînin."   Jinên domat li ser şopa Fîdan Doganin   Mekiya Hiso di dawiya axaftina xwe de got ku her sê şoreşgerên kurd ji bo ku pêşengtiya jina azad kirin hatin qetilkirin û axaftina xwe  û wiha bi dawî kir: "Em weke jinên dîplomat  çawa ku hevala me Fîdan dikarbû temsîla jinê bike û nasnameya jina kurd li tevahya Ewropayê bide naskirin, em jî îro li ser şopa wê bin û em ê tekoşîna wê berdewam bikin."