'Em ê bi rihê têkoşer ê Sakîne Cansiz berxwedana xwe dewam bikin' 2018-01-07 09:18:22   Lîlav Alî-Ferîde Zede   EFRÎN - Endama Komîteya Jin a Meclîsa Kantona Efrînê ya Federaliya Bakurê Sûriyeyê Şêrîn Hesen  li ser salvegera şehadeta Sakîna Cansiz û rêhevalên wê nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Têkoşîna her sê jinên şoreşger xwedî taybetmendiyeke girîng e. Em ê bi rihê têkoşer Sakîne Cansiz û her sê rêhevalên wê berxwedana xwe dewam bikin."   Endama Komîteya Jin a Meclîsa Kantona Efrînê ya Federaliya Bakurê Sûriyeyê Şêrîn Hesen  li ser salvegera şehadeta Sakîna Cansiz û rêhevalên wê ku di 9'ê Çileyê 2013'an de li paytexta Firansayê li Parîsê hatibûn qetilkirin, nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku Jinên Kurd bi hêza ku ji Sakîne û rêhevalên wê digirin dê têkoşîna xwe berztir bikin.     Şêrîn Hesen di destpêka axaftina xwe de hemû lehengên azadiyê bi bîr anî, komkujiya Parîsê şermezar kir û wiha got:"Têkoşer Sakîne Cansiz di civakeke  ku bi hişmendiya desthilatdar dihat birêvebirin mezin bû. Lê wê tucaran tiştek ji hêza xwe wenda nekir û bi berxwedana xwe ya bêhempa ji jinên Kurd re bû mînakeke taybet. Di şexsê têkoşer Sakîne de îradeye jina azad derket holê."   'Îradeya Jina Kurd tu caran nayê şikandin'   Şêrînê di dewama axaftina xwe de diyar kir ku têkoşer Sakîne Cansiz di rihê her jinekê de azadî, aştî û têkoşîn afirand û wiha got:" Têkoşer Sakîne Cansiz jineke bi hêz, berxwedêr û xwedî îrade bû. Ew pêşengekeke bi xwe bawer û xwedî nêrînên berfireh bû.  Ew nûnera îradeya jina azad bû. Dema ku mirov di dîrokê de lêkolînê dike,dibîne ku bi qetilkirina sê xwişkên Mîrabel û Sêvê, Fatma, Pakîze û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyle Şaylemaz desthilatdar û diktatoran xwestin ku hêz û îradeya jinê bişkînin. Bi taybetî jî di şexsê Hevala Sakîne Cansiz de xwestin ku hêza tevgera azadiya jinê bişkînin. Lê bila ew bizanibin ku îradeya jina kurd tucaran nayê şikandin."   'Bi rihê têkoşer Sakîne Cansiz em ê berxwedana xwe dewam bikin'   Şêrînê wiha dawî li axaftina xwe anî: " Bi rihê têkoşer Sakîne Cansiz û rêhevalên wê em ê berxwedana xwe dewam bikin û tu caran gavekê di paş de neavêjin. Çimkî Jinên Kurd her bi hêz, têkoşîn û berxwedana xwe navê xwe li dîrokê nivîsandine."