ROJEVA 7'Ê ÇILEYÊ 2018'AN 2018-01-07 09:00:46     *Felek Fîdan a xebatkara tenduristiyê  piştî qeyûm tayînî şaredariya Qoserê hat kirin ji kar hat derxistin û niha xwe amade dike ku derbarê tenduristiya jinan de perwerdeya alternatîf bide.   *276 Cenazeyên ji Goristana Garzan hatin derxistin bi hinceta wê testa DNA’yê bêkirin şandine Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Netîce Bîngol diyar kir ku keça wê Dîlan Bîngol jî tê de testa DNA’yê ya hemû cenazeyan hatiye kirin û bertek nîşanê daxuyaniya Walitiya Bedlîsê da. DÎMEN HEYE   *Tevî ku malbata zaroka rastî îstîsmara zayendî hat dest ji gilîkirinê berda jî heyeta dadgehê îfadeya zarokê esas girt û 15 sal cezayê girtîgehê da gumanbar Mehmet A.B.   *Li girtîgeha Tîpa T a Zarokan a Hatayê zarokên keç yên ji ber hincetên siyasî hatin girtin, di navbera du koxuşên ku zarokên kûr lê dimînin hatin bicihkirin. Zarokên keç di hevdîtinên bi malbat û parêzerên xwe re kirin de diyar kirin ku rastî îşkenceya lêgerîna tazî ya gardiyanan hatine.   *Di ser qetilkirina sê siyasetmedarên kurd yên jin ku yek ji wan ji kadroyên pêşen ya PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd ya Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) de 5 sal derbas bûn. Der barê komkujiya tê xwestin di taritiyê de bê hiştin, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di 3’ê Çileyê de daxuyaniyek da û cih da îtîrafên endamên MÎT’ê yên di Tebaxa 2017’an de hatine binçavkirin ‘Serokê Faliyetên Parçekirina Etnîkî ya Welat’ Erhat Pekçetîn û ‘Rêveberê Çavkaniyên Mirovan ya MÎT’ê’ Aydin Gunel diyar kir ku yê komkujiya Parîsê plankiriye rêveberê MÎT’ê Sabahattîn Asal e.   *Endama Komîteya Jin a Meclîsa Kantona Efrînê ya Federaliya Bakurê Sûriyeyê Şêrîn Hesen  li ser salvegera şehadeta Sakîna Cansiz û rêhevalên wê nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Têkoşîna her sê jinên şoreşger xwedî taybetmendiyeke girîng e. Em ê bi rihê têkoşer Sakîne Cansiz û her sê rêhevalên wê berxwedana xwe dewam bikin."