Jinên ereb ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xistin 2018-01-06 17:06:37   TIL TEMIR - Bi dehan jinên ereb ên Çiyayê Kizwana ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.    Ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dehan jinên Ereb ên Çiyayê Kizwanan meşek girseyî li dar xistin. Kesên ku beşdarî meşê bûn wêneyên Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM'ê û PYD'ê hilgirtin. Her wiha di meşê de dirûşmên "Soza me domandina têkoşînê ye, hilweşandina pergala Îmraliyê hilweşandina tundiya li ser jinê ye"  hat berzkirin.    Meşvan li nêzî Çiyayê Kizwanan rawestiyan û ji bo berxwedêrên azadiyê deqeyek rêz girtin. Piştre li ser navê jinên Çiyayê Kizwanan Elya Îsa axivî û wiha got: "Îro em weke jinên Ereb, Kurd, Suryan li kolanan in û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan em dimeşin. Jin bi saya Abdullah Ocalan azad bûn. Heta Rêberê me azad bibe em ê têbikoşin û li qadan bin."   Elyayê di dawiya axaftina xwe de wiha  got: "Em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn."   Meş bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.