Dayikên Şemiyê: Dengê te qet nasekine heta ku bêcezabûn bi dawî bibe 2018-01-06 15:42:15   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 667'an de nameyek ji bo Kiraz Şahin ku sê sal berê jiyana xwe ji dest dabû xwend û di nameyê de wiha hat gotin:"Dengê te qet nasekine, heta ku aqubeta windayên me yên dawiyê bê diyarkirin, heta ku mafên lê tê gerîn bê dîtin. Heta ku bêcezabûn bi dawî bibe û hemû faîl radestî edaletê bê kirin."   Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 667'emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li ku ne" vekirin û gurnefîlên sor û laçikên sipî yên remza aştiyê temsîl dikin danîn ser. Mirovên Şemiyê û dayikan wêneyên windayan hildan. Li gel Dayikên Şemiyê û gelek kesan Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu jî beşdarî çalakiyê bû. Di çalakiyê de li aqûbeta Îsmaîl Şahîn ê 36 salî bavê du zarokan ku karkerê Şaredariya Beyogluyê bû û di 18'ê çileya 1996'an de hat windakirin pirsîn.    Di çalakiyê de Fîlîz Kerestecîolgu axivî û diyar kir ku ji bo ew li aqûbeta Kîraz Şahîn û windayan bipirsin di çalakiyê de ne û got: "Tevahiya dîrokê me demên zor derbas kir. Lê li gel wan demên dijwar û zor jî em bi hêvî ne û her tim li ser piya ne. Em ê di siberojên xweş de bijîn. Em hemû vê heq dikin. Tevahiya Tirkiyeyê jiyanek xweş heq kiriye."    'Em li emanetê xwedî derdikevin'   Pişt re hevala hevjîna Îsmaîl Şahîn Kîraz Şahîn, Hanîfe Yildiz mafê axaftinê girt. Hanîfe Yildiz destnîşan kir ku her çiqas dem derbas bûbe jî lê êş zindî ye û hêrs dizivire raperînê û wiha got: "Ez dixwazim bila dizanibin em ji bo çi li vir in. Dayik û hevjîna Îsmaîl bêyî ku edaletê bibînin û aqûbeta windayan hîn bibin ji nav me bar kirin. Ez li vir carek din dibêjim. Hûn rehet bin. Em li emanetê xwedî derdikevin. Belkî hûn di bin axê de gihîştin windayên xwe û we hesreta xwe bêhn kir, lê hêj çavê me li rê ne. Em li benda edaletê ne. Ez li vir ji Kîrazê dipirsim gelo tu gihîştî Îsmaîlê xwe û êşa te kêm bû?"    'Em ê serî li ber bêhiqûqî û bêedaletiya we netewînin'   Di çalakiya 667'an de ji Mirovên Şemiyê Aylîn Hacaloglu daxuyaniya vê hefteyê xwend. Aylîn Hacaloglu li aqûbeta windayan pirsî û wiha axivî: "Em di sala 2018'an ji bo herkesî edalet û azadiyê dixwazin. Em sala nû li Qada Galatasarayê pêşwazî dikin. Em ji wan kesên me ji hiqûqê û mafê mehrûm kirine dibêjin; em ê serî li ber bêhiqûqî û bêedaletiya we netewînin. Em ê serî li ber polîtîkaya we ya çewisandinê xwar nekin. Em ê dev ji daxwaza xwe ya edalet û heqîqetê bernedin. Di salvegera windakirina 22'yemîn a Îsmaîl Şahîn carek din dibêjin. Dewlet ji vê windakirinê û lêpirsîna aqûbeta û anîna edaletê berpirsyar e. Mafê her malbatê heye ku aqûbeta windayên xwe hîn bibe. Li cihê ku Kîraz Şahîn edalet daxwaz dikir em jî edaletê dixwazin. Çi bû ji Îsmaîl Şahîn?" Em dev ji vê pirsa xwe bernedin."    Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.