RJAK'ê endamên lijneya birêvebirinê diyar kir 2018-01-06 11:25:26   SULEYMANIYE - Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê di encama 4'emîn kongreya awarte de endamên lijneya birêvebirinê diyar kir.   4'emîn kongreya awarte ya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê li Otela Perijê pêk hat. Gelek nûnerên rêxistina jinan ên çar parçeyên Kurdistanê beşdarî kongreya ku bi şîara "Em bi hişyarbûn û bi rêxistina jinê avakirina sîstema xwebirêvebirinê ya demokratik ya gel pêk tînin" pêk hat, bûn.    Di axaftinên ku bal kişand ser xîreta têkoşîn û serîhildana jinê de banga serîhildana li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayin.    Di kongreyê de ji bo 2 salan lijneya rêvebirinê ya ku ji 29 kesan pêk tê diyar bû. Jinên ku ji bo endamtiya lijneyê hatin hilbijartin bi tevayî sond xwarin.    Piştî hilbijartina lijneya birêvebirinê û merasîma sondxwarinê  kongre bi dawî bû.