Jinan bertek nîşanî diyanetê dan: Destên xwê yên qirêj ji ser me bikşînin 2018-01-06 09:57:48   EDENE - Jinan bertek nîşanî Wezareta Karê Diyanetê ku li ser malpera xwe ya fermî cih da îfadeyên derbarê zewaca zarokan û îstîsmara zarokan teşwîq dike, dan û gotin: “Îfadeyên mijara gotinê ye hilberîna îdeolojiyekê ne. Destên xwe yên qirêj ji ser me bikişînin.”   Jinên Edeneyê  bertek nîşanî Wezareta Karê Diyanetê ku li ser malpera xwe ya fermî cih da îfadeyên ku zewaca zarokan û îstîsmara zarokan teşwîq dike, dan. Endama Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê ya Edeneyê Ayfer Guneşer diyar kir ku îfadeyên diyanetê ‘çavkaniya şermê ye’ û got: “Ez wek parêzvana mafê mirovan, wek mirovekê, wek dayikekê wek jinekê van îfadeyan red dikim. Êrîşên li dijî zarokên me bi van gotinan kûr dikin. Divê her kes li dijî vê qirêjiyê derkeve, dengê xwe bilind bike. Bila destên xwe yên qirêj ji bedan zarokên me bikişînin.”   Sekretera Navenda Giştî ya Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy jî bertek nîşan da û ev tişt anî ziman: “AKP’ê mafê gotinê ya ji bo jinan heta temenê zarokatiyê xist. Dixwazin qezencên jinan bi tevahî tune bikin û civakê şûnde bixînin. Ji roja Wezareta Karê Diyanetê hatiye avakirin heta niha wek hilberîneke îdeolojiyê derketiye holê.”   ‘Divê zarok bilîzin, li kolanan birevin’   Gulîstanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ew van îfadeyan wek avabûna rejîmek nû dibînin û got: “Em ê desturê nedin van polîtîkayan. Em ê xwedî li zarok û qezencên xwe derkevin.”    Endama Platforma Jinan a Edeneyê Rahîme Çelîk jî bi lêv kir ku bila diyanet dest ji zarokên wan bikişînin û got divê zarok li kolanan bilîzin, bazdin û perwerdeyê bigirin.   Ji endamên platformê Bahar Gungor Gunay jî daxuyakirin ku êrîşên îstîsmarê yên demên dawî zêde bûne ne tesaduf e û got ev hilberîna zîhniyeta îdeolojiyekê ye.