‘Yekane çareserî têkoşîna jinan a hevpar e’ 2018-01-06 09:55:14   Şehrîban Aslan   AMED - Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn derbarê kuştinên jinan ên zêde bûne de nirxandin kir û diyar kir ku li dijî van kuştinan têkoşîna hevpar a jinê pêwist e.   Di 13 sal desthilatdariya AKP’ê de 14 hezar û 293 jin hatin qetilkirin, kuştinên jinan di dema hikûmeta AKP’ê de ji sedî hezar û 400 zêde bû. Ji bo kujerên jinan ji aliyê darazê ve ceza bi hincetên ‘rewşa baş’, ‘helwesta baş’ hatin daxistin û ev jî bû sedema zêdebûna kuştinên jinan. Qanûnên bi dengên parlamenterên AKP’ê ji meclîsê derbas bûn jî  ji kuştinan re zemîn ava kir. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn derbarê mijarê de nirxandin kir û  diyar kir ku pêşî girtina li kuştinên jinan, têkoşîna hevpar û rêxistinkirî ya jinan e.   ‘Jin azad nebe civak azad nabe’   Fîlîzê destnîşan kir ku yek ji rojeva herî sereke ya HDP’ê ev e ku têkoşîna li dijî şîdet û kuştinên jinan e û ev tişt vegot: “Li parlamento, kolan, her qada jiyanê ji bo hişmendiya zayendî derkeve holê divê panel û komxebat bên kirin. Wek tê zanîn HDP di heman demê de projeya Birêz Ocalan e. Wek Birêz Ocalan gotiye ‘jin azad nebe, civak azad nabe’. Di vê esasê de em têdikoşin.”   ‘AKP li ser rolên zayenda civakî dibe rojev’   Fîlîzê bi lêv kir ku divê qezencên jinan di bin sîwanekê de bên cem hev û ev tişt anî ziman: “Di demên dawî de şîdet û kuştinên jinan zêde bûne. Vê jî bi qanûnan dikin meriyetê. Hemû siyasetmedarên li dijî vê derketin niha di girtîgehan de ne. Yên xwestin kuştinên jinan rewa bikin, xwestin pergala hevserokatiyê jî beralî bikin. Jinên rastî şîdetê dihatin berê bi hevkariya saziyan li rêyên çareseriyê digerin. Niha jî cihê wan yê biçin tuneye. Dixwazin hepsê malê bikin. AKP li ser rolên zayenda civakî xwe dike rojev.”   ‘Em serî natewînin’   Fîlîzê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di pergala perwerdeyê de jî nêrîneke zayendperest a li hember jinê heye û wiha pê de çû: “Sedema vê dijminahiya jinê ye. Em vê bi têkoşîna hevpar dikarin derbas bikin. Em dibêjin em ê dest bidin hev û serî netewînin.”