Sêvê, Pakîze û Fatma riya me ronî dikin 2018-01-05 17:47:50   ŞIRNAK - 3 Siyasetmedarên jin ên kurd ku li Sîlopiyê di 4 Çileya 2016'an de hatin qetilkirin Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir di 2'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bîranîn. Di bîranînê de banga xwedîderketina li têkoşîna her sê jinan hat kirin.   3 Siyasetmedarên jin ên kurd ku li Sîlopiyê di 4 Çileya 2016'an de hatin qetilkirin Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir di 2'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bîranîn. Di bîranîna hat kirin de Parlamentera Bedlîsê Mizgîn Irgat, Endma Lijneya Dîwana KCD'ê Salîha Aydenîz, Rêvberên HDP û DBP'ê, Endamên Meclisên Dayikên Ayştiyê eên Şirnex, Êlih û Amedê jî amade bûn.    Jinên ku li avahiya HPD'ê ya Şirnaxê kom bûn û ji wê çûn ser goristanê, bi dorpêça TOKÎ'yê re rûbirû man û rêya wan bi wesayitan hat girtin.  Koma jinan di rêya bi herî re bi gelek zor û zahmetiyan xwe gîhandin goristanê.   'Ez ê her aştiyê bixwazim'   Di bîranîna ku bi duayan hat destpêkirin de lorîk hatin gotin û qurnexîl li ser goran hatin danîn. Di serî de dayika Sêvê Demîr Sakîne demîr axivî û got ku ewê têkoşîna keça xwe ji cihê mayî berdewam bike. Sakîneyê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Zarkên me ji bo welatekî azad li ber xwe dan. Em ê têkoşîna wan li erdê nehêlin û heta dawiyê şopdarên wan bin. Em jî aştiyê dixwazin û em dayik em ê heta dwî têkoşîna xwe bidomînin."   'Wê berxwedan berdewam bike'   Dayika Pakîze Nayir jî ev tişt got: "Em ê şopdarên hemû jinên ku hatine qetilkirin bin û berxwedana wan li erdê nehêlin."   'Wê berxwedana wan riya me ronî bike'   Piîtî dayikan parlamentera HPD'ê Mizgîn Irgat axivî wiha got: "Her sê jinên ku hatin qetilkirin ji bo demokrasî û azadiyê canê xwe dan. Emê heta dawî şopdarên têkoşîna wan bin."    Dayikên ku li ser goran dua kirin bi saetan kevirên gorên zarokên xwe hembêz kirin û lorîk gotin.