Jinên Efrînê tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin 2018-01-05 15:48:41   Lîlav Alî   EFRÎN - Jinên Efrînê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin:"Em ê ji bo azadiya Rêber Apo berxwedan û tekoşîna xwe bilind bikin."   Jinên Efrînê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar kirin û diyar kirin ku ew ê heta dawî dest ji çalakiyên xwe bernedin.   Endama Hêza Parastina Civakî (HPC) Reşîde Muhemed anî ziman ku gelê kurd ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest ji çalakiyan bernade û wiha got: "Ev nêzî 18 sal in tecrîdeke girankirî ji aliyê dewleta Tirk  li ser Rêber Apo tê meşandin û di demên dawiyê de li ser medyaya civakî hat belavkirin ku rewşa fîzîkî ya Rêber Apo ne baş e. Her wiha  ji bo eşkerekirina rewşa ewlekarî û tendirustiya Rêber Apo me gelek çalakî li dar xistin û îro jî bi hêrseke mezin gelê herêma Efrînê li kolanan e û ji bo zadiya Rêber Apo bang dikin."   'Abdullah Ocalan bi fikrên xwe gelê Rojhilata Navîn hişyar kir'   Reşîdeyê, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Em bi tundî Dewleta Tirk û  rêxistinên mafê mirovan şermezar dikin, ji ber ku ewqas sal in Rêberê me Abdullah Ocalan di zîndana Îmraliyê de tê girtin, saziya mafê mirovan li hemberî vê rewşê bê deng dimîne. Ji ber ku Rêber Apo bi fikrên xwe gelê Rojhilata Navîn hînî azadiyê, yekbûn û rihê wekheviyê kir. Dewletên navnetewî xwe kirin yek û komployeke qirêj li ser Serok Apo pêk anîn."   Di dawiyê de Reşîde Muhemed soz da ku wê heta dawiyê li ser xeta berxwedêran bimeşe û heta Abdullah Ocalan azad nebe, wê dest ji berxwedana xwe bernedin.   'Em hêza xwe ji dîroka xwe ya serhildêr digirin'   Her wiha Endama Asayîşa herêma Efrînê Esmehen Behrî Ismîl jî derbarê tecrîda giran de axivî û wiha got: "Em wekî hêza parastinê heta ku rih di canê me de hebe em ê ji bo azadiya Rêberê xwe bang bikin. Bila dewleta Tirk qet nehizire ku wê bi êrîşên xwe me ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan qut bike. Heta ku ciwanek li Herêma Efrînê bijî wê ji bo azadiya Rêber Apo berxwedana xwe dewam bike. Çimkî em hêza xwe ji dîroka xwe ya serhildêr digirin."   'Me hêza xwe ji têkoşîna jinên Kurd girtiye'   Ji aliyê din ve jî Endama Asayîşa navçeyê Reco Cîhan Husên bi lêv kir ku ew ê hêza xwe tucar wenda nekin û wiha got:" Me hêza xwe ji têkoşîna jinên kurd ji Arînan, Zîlanan, Bêrîtanan girtiye û ev hêza me dê her bilindtir bibe da ku Rêberê me azad bibe."   Endama Asayîşa navçeya Mabeta Almaz Muhemed jî derbarê tecrîda giran axivî û wiha got:" Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê çalakiyan li dar dixe ku Rêberê me azad bibe. Bila kes hêza Gelê Kurd biçûk nebîne û li gor vê yekê gavên xwe biavêjin."