Li Îranê bi îşkenceya herî giran re rû bi rû ma lê serî netewand 2018-01-05 12:41:07   Hîkmet Tunç - Zeynep Turgut   WAN - Li Îranê herî zêde mafê jinan tê binpêkirin. Her roj di  qadên jiyanî de hetan girtîgehan li her deveran mafên jinan tê binpêkirin û bi rejîma bindest re rû bi rû ne. Jin li Îranê di bin şert û mercên herî zehmet de ne. Rojnamegera Îranî Melîna Mehmet ji me re qala jiyana xwe û serhildana gelê Îranê nirxand.    Herî zêde li  rojhilatê Kurdîstanê mafên jinan tê binpêkirin û her roj bi hezaran jin di temenê xwe yê biçûk de bi zorê tên zewicandin. Di temenê zarokatiyê de zewaca jinan jî li aliyê rejîma Îranê ve tê erêkirin.Jina bi navê Melîna Mehmet jî êdî vê hişmendiyê qebûl nake û çareyê di koçkirinê de dibîne û berê xwe dide  Wanê. Melîna Mehmet heman demê de jî rojnamegeriyê dike. Melîna ji ber ku helwesta rejîmê qebûl nake tê girtin û di girtîgeha Tahranê ya Teblîsê de bi îşkenceyên herî mezin re rû bi rû dimîne.     'Li hemeberî zoardestiyê serhildan nenaskirina xwuda ye’   Melînayê diyar kir ku li Îranê kes nikare parastvaniya rastiyê bike û got ku li Îranê tenê rejîm mafdare û wiha berdewam kir;”Li Îranê jiyan, bi rastî pir zehmet e. Ez li Îranê ji dayîkbûm û min hetanî vî emre xwe jiyana xwe li Îranê derbas kir. Lê êdî sebra min nema. Min li Îranê di  heman demê de rojnamegerî dikir. Li Îranê rojnamegerî bawer bikin ku di dinyayê de tiştê herî zehmet e. Li Îranê her seatekî zarokek tê zewicandin. Helwesta min a li hemberî di temenê biçûk de zewicandin her tim zelal e. Gelo kîjan ol dibêje ku zarokê  hîna nizane lîstîk bilîze bide zewicandin. Ev di quranê de derbas nabe. Ev nirxên ol pêşve nabe paşve dibe.Li Îranê ger ku mirov li hemberî vê hişmendiyê serî rake, ev tê wê wateyê ku tu li hemberî xwedayî.“   'Dema ez birim dozgeriyê bi tundiyê re rûbirû mam'   Melînayê anî ziman ku ji ber ew bertek nîşanî zewaca di temenê biçûk de tê girtin û got ku gava ku wê dibin dadgehê ew bi tundiya zayendî re rû bi rû dimîne û wiha pê de çû;”Li tu deverên cîhanê mîna Îranê mafê jinan tune nayê hesibandin. Jinên ku li hemberî bêmafîyê serî hil didin yan tên kuştin yan jî tên girtin. Axiftina jinan tê wateya mirin e. Ez rojnameger im. Ji ber ku min di rojnameyê de nivîsa bi sernavê ‘Di kîjan olî de dinivîse di temenê biçûk de zewac’ Ez bi minesebeta  ku min heqaret li nirxên olî kirine hatim girtin. Piştî îşkenceya ku li min hat kirin min derxistin dadgehê.  Ez bi tundiya dozger a zayendî re rû bi rû mam.  Min dîsa dev ji lêgera heqîqetê û parastina rastiyan berneda. Ji ber ku em jin her tim mafdar bûn. Têkoşîna min berdewam dike. Heyanî ev hişmendî bê darizandin em ê têkoşîna xwe bidin.Her roj bi erêkirina rayedarên dewleta Îranê re bi dehan jin ji welatên Dubaî, Ereb û lûbnanê re têne firotin. Dewleta Îranê dijminê jinan e. J Jinan ji difiroşine şêxan. Bi firotina jinan pere distînin. Di girtîgehê de neynûkên min bi îşkenceyê rakirin.  Ji ber wê ez ez koçber bûm. ”   ‘Ev ne serhildana birçîbûnê ye ya azadiyê ye’   Melînayê herî dawî bal kişand ser serhildana gelê Îranê û got ku ev li hemberî zordestiyê gaveke şoreşê ye û wiha domand:”Li Îranê çîrûska azadiyê roja me jinan ronahî dike. Bi rastî bi vê gava şoreşgerî em jin  pir bi kelecan bûn. Rejîm jî baş dizan ku gel êdî zordestiyê qebûl nake. Sebra gel nema. Ji aliê rejîmê ve mafê gel tê binpêkirin. Gelê me tî û birçî ye. Azadiya wan tê binpêkirin . Ji xwe ez hêvîdarim ku herkes bi azadiyê têr dibe. Ger ku em jî azadiya xwe bistînîn, em ê têr bibîn. Dibe gelek bedel hatibin dayîn.  Lê li hemberî van bedelan em ê serkeftinê bi dest bixîn. Herî zêde jin pêşengiya vê serhildanê dikin ev jî nîşanî me dide ku êdî jin rejime qebûl nake û li hemberî gotinên wê serî natewîne. J imin re ji her bajarên Îranê re wêne û dîmen tên di her dîmenan de jî aşkere ye ku ev serhildan ji bo daxwaza azdiyê ye. Ez bawer nakim ku ev serhildanek birçîbûnê be ev serhildan daxwaza azadiyê ye. Divê em jin daxwaza azadiyê bilindtir bikîn. ”