Sîcîla bijîşka ku bi rêjeya zêde derman da zarokên Kurd xerab e 2018-01-05 09:02:51   Evrîm Kepenek   STENBOL - Dr. Burcu Gursoy ku berê jî ji ber bi rêjeyek zêde derman dabû zarokên Kurd û bû sedema xesarên mezin, derkete holê ku derbarê kedkarên di 1’ê Gulana 2015’an de hatine binçavkirin de pêkanînên ne cih de kiriye û bi sûcdariya karê xwe ne baş bi kar aniye li 38’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Stenbolê doz lê hat vekirin.   Di nûçeya manşeta rojnameya Yurt a 3’ê Gulana 2016’an de bi îdiaya ‘bi rêjeyek mezin derman daye zarokên Kurd’  Dr. Burcu Gursoy a li Nexweşxaneya Dewleta Kagithane ya Stenbolê pewyirdar bû hat rojevê.  Burcu bi sûcdariya ‘peywira xwe xerab bi kar aniye’ li 38’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Stenbolê derket pêşberî dadger. Bûyera bû sedema ku Burcu derkeve pêşberî dadger di 1’ê Gulana 2015’an de hat jiyîn.   Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê wê demê yê Stenbolê Salîh Şahîn li Beşîktaşê di pîrozbahiya 1’ê Gulanê de di êrîşa polîsan de bi komek hevalên xwe re hat binçavkirin. Piştre Salîh û hevalên wî birin Nexweşxana Dewletê ya Kagithaneyê û demekê di wesayîtê de hatin sekinandin. Burcu piştre li wesayeta binçavkiriyê siwar bû û berdilka doktoriyê ne lê bû. Di wesayetê de heqeret li wan kir. Salîh di wesayetê de dibêje ‘berdilka doktoriyê li ser we tune’ û li ser vê nîqaş dest pê dike û li şûna li odeya xwe wan muayene bike di wesayetê de wan kontrol dike. Piştre jî  raporek ne li gorî usulê amade kir. Li ser vê Salîh di 8’ê Gulana 2015’an de derbarê Dr. Burcu de gilî kir û serî li serdozgeriya komarê ya Stenbolê da. Salîh di serlêdanê de got di 1’ê Gulana 2015’an de bi awayekî dijhiqûqî hatiye binçavkirin, derbkirin û birîndarkirin. Salîh derbarê Burcu û polîsên ew derb kirin de serlêdana sûc kir.   Parêzera Salîh, Gulîzar Tuncer  ji bo destûra darizandina Burcuyê bê dayîn serî li Qeymeqamtiya Kagithaneyê da. Serlêdana Gulîzarê di 5’ê Tebaxa 2015’an de hat qetbûlkirin. 38’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Stenbolê derbarê Burcuyê de bi sûcdariya ‘peywira xwe xerab bi kar aniye’ de biryar da ku doz bê vekirin.   Dr. Burcu di duyemîn rûniştina dozê ya Gulana 2017’an de parastin kir û sûcdarî qebûl nekir. Rûniştina dawî di 19’ê Kanûnê de hat dîtin. Ji ber belgeyên derbarê dozê de nehatin doz taloqî dîrokek din hat kirin.