Xeteriya jiyanê ya Umut berdewam dike 2018-01-04 13:52:38   ÊLIH - Zarokê bi navê Umut O. yê 4 salî ku li Hezexê wesayita polîsên sivîl ê da û bi giranî birîdar bû, malbata wî diyar kir ku ji aliyê doktoran ve dîsa hatiye razandin û bi oksjena ku didinê dikare bêhnê bide û bistîne. Malbata diayr kir ku xeteriya jiyanê ya zarokê wan berdewam dike.   Li Hezexa Şirnexê di 17'ê kanûna 2017'an de zarok 4 salî Umut O. di encma qelibîna wesayita polîsên sivîl de bi giranî hatibû birîndarkirin.  Umut ê ku heftiya buhirî çavê xwe vekiribûn û bi ser hişê xwe hatibû, rakirbûn nexweşxaneyeke din a taybet ya Êlihê. Hat aşkerakirin ku Umut ê çavê xwe vekirbûn dîsa li beşa lênêrtina giran a nexweşxaneyê tê razandin û bi tup pê oksîjenê ku jê re hatiye girêdan bîhnê dide û distîne.    'Xeteriya jiyanê berdewam dike'   Malbata ku derbarê rewşa zarok xwe de agahî da, diyar kir ku Umut dîsa hatiye razandin, ji ber zarara li kezeb û mêjiyê wî tê razandin û hişê wî ne li serê wî ye. Herwiha malbatê diyar kir ku xeteriya jiyanê ya zarokê wan berdewam dike.