Kevirên goran hatin binçavkirin! 2018-01-04 12:29:21   AMED – Bi fermana Serdozgerê Komarê ya Amedê piştî kêlên goran li Amedê şikandin, herî dawî li navçeya Bismilê jî polisan  kêlên goran şikandin.   Li navçeya Bismilê ya Amedê Miduryeta Polîsan bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê kêlên gorên ku navê PKK'yan li ser wan hatibûn nivîsandin ên endamên HPG, YPG, YPJ, YPS, YPS-JIN û YJA-STAR'ê şikandin, navê şervanan guhertin û li cihê wan kêlên nû danîn. Polîsan di saetên şevê de goristan dorpêç kir, kêlên ku li ser wan şehîd, şahadet, dîrok û navên kod hebûn, yek bi yek şikandin û li cihê wan tenê nav hatin nivîsin. Polîsan dema kêlên goran guhertin, gor tev şikandin û kevirên goran li der û dorê belav kirin. Hin nivîsên li ser goran jî bi boyaxa reş hatin reşkirin.   'Bi hestiyên me re şer dikin'   Li gorî şahidên bûyerê, polîs bi saetan li goristanê rawestiya ne û heta saet 23.00'an li goristanê mane û her der tev li hev kirine. Goristana ku gora Fermandarê HPG'ê Ertem Karabulut jî lê ye, polîsan şîşên li dora gora Ertem şikandin û ketin hundur, kevirê gorê jî di nav de, kevirê li bin piyê Ertem ê ku gotinên wî jî li ser bûn, ji cihê wan rakirin û birin emniyetê. Malbata Ertem  Karabulut bertek nîşanî êrîşa polîsan da û got ku "Bi hestûyên me re jî şer dikin." Ertem Karabulut (Numan Amed) di 31'ê Kanûna 2012'an de di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû.   Ev ne êrîşa yekemîn e   Demên borî bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê, polîsan gelek kêlên gorên li Goristana Yenîkoyê ya Amedê jî şikandibûn, malabtên bertek nîşanî êrîşa polîsan dabûn û careke din kêlên gorên zarokên xwe çêkiribûn.